Girtiyê jiyana wî di nava berxwedanê de derbas dibe: Segvan Yaman

  • 09:04 8 Hezîran 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Girtiyê bi navê Segvan Yaman di sala 2016’an de li Girtîgeha Tîpa L ya Rîzeyê bi îdîaya “întîxar” kiriye jiyana we ji dest dide. Dayika wî Bîjan Paksoy anî ziman ku jiyana kurê wê tim di nava îşkenceyê de derbas dibe û li dijî hemû zextan berxwedan û têkoşînek mezin dide.
 
Li girtîgehên Tirkiye û herêmê bi girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve zext, zordarî, binpêkirina mafan û îşkence jî zêde bûn. Her wiha di demên dawiyê de Li girtîgehan di sala 2022’Yan de bi giştî 18 girtî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî  li Girtîgeha Qubînê ya Êlihê ya Tîpa T'yê girtî Siddik Ûgûr (29) jiyana xwe ji dest da. Di 15’ê Tirmeha 2016’an de girtiyê bi navê Segvan Yaman (42) ê ku li Girtîgeha Tîpa L ya Rîzeyê bi îdîaya “întîxar” kiriye jiyana we ji dest dide.
 
Malbata Segvan, di salên 70, 80 û 90’î de her tim bi zext û zilma dewletê re rûbirû dimîne. Segvan jî di sala 1974’an de wek zarokê 4’emîn di nava malbatek welatparêz de tê dinyayê. Segvanê ku bavê 3 zarokan bû, ji zarokatiya xwe ve girêdayî dozê bû, ji zarokatî û ciwantiya xwe de her tim tevlî kar û xebatên partiyê dibe. Ligel hemû zext û astengiyan bi salan di nava têkoşîna azadiyê de cih digire. Di salên 90'î de ji ber nasnameya xwe ya siyasî gelek caran ji hêla dewletê ve îşkence dît û ji ber îşkenceyê nexweş dikeve. Segvan ji ber îşkenceyên ku dibîne pirsgirêkên derûnî dijî, ji ber êşa serê xwe demek dirêj dest bikaranîna dermanan dike.
 
Jiyana xwe ji dest dide
 
Herî dawî di Çileya 2016’an de di serdagirtina malê de tê binçavkirin û piştre jî bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” tê girtin. Segvan dema ku tê girtin yekem wî dişînin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê û herî dawî jî sirgûnî Girtîgeha Tîpa E ya Rîzeyê tê kirin. Di darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de di girtîgeha Rîzeyê de bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dide. Midûrê girtîgehê wê demê li malbata Segvan digere û diyar dike ku Segvan “întixar” kiriye. Lê belê malbata Segvan tîne ziman ku ew her tim hedef hatiye girtin, bawer nakin ku întixar kiribe û şopên li stûyê wî bêhtir dişibe ku hatiye kuştin.   
 
Dayika Segvan, Bîjan Paksoy û hevjîna wî Lale Yaman derbarê wî de axivîn.
 
Zilma dewletê
 
Bîjan Paksoy  a ku dayika 4 zarokan e, Segvan zaroka wê ya dawiyê bûye. Bîjan, anî ziman ku berê dewletê bi ser malên wan de digirt, zilm li wan dikirin û dihatin binçavkirin. Bîjan, destnîşan kir ku di dema serdegirtina malê de lêgerîn dihat kirin û hemû tişt belav dikirin. Bîjan, da zanîn ku wê û malbata wê jî ji vê zilmê para xwe girtine. Bîjan, got ku ji malbata wê kesên ku zilm û îşkence dîtiye yek jî jê kurê wê Segvan e û her carê bi îşkenceyê re rûbirû maye.
 
Di temenê biçûk de dest bi rêxistinê dike
 
Bîjan, bi lêv kir ku kurê wê Segvan ji zarokatiya xwe ve girêdayî dozê û rêxistinê bûye û wiha behsa kurê xwe kir: “Ji ber vê yekê ji zarokatiya xwe ve hemû zarokên taxê kom dikir û wan bi rêxistin dikir. Tu carî astengî nas nedikir. Ji bo ku hevalên xwe bi rêxistin bike çi ji destên wî bihata dikir. Hemû kes jî baş dizane ku kurê min ji zarotiya xwe ve ji bo vê dozê xebatan dike. Her tim li ser mijarên siyasî nirxandin dikir û diaxivî. Ew qas zilm û zext li ser dihat kirin jî tu carî gav paşve nediavêt. Ji zarokatiya xwe heta jiyana xwe ji dest da girêdayî vê dozê û partiyê bû. Me jê re hertim digot tiştekî neke dê hikûmetê tiştekî bîne serê te. Lê tu carî neditirsiya. Zarokekî wêrek bû. Tevlî hemû xebatên partiyê dibû. Tu carî ji xebatan paşve nedima. Zewicî bû zarokê wî jî hebûn, lê hertim û her roj di nav xebatên partiyê de bû. Ji ber ew qas rûken bû ji aliyê civakê ve gelek dihat hezkirin.”
 
Bi tena serê xwe DEHAP’ê vedike
 
Bîjan, anî ziman ku kurê wê li dijî dibistanên pergala dewletê bûye û ji ber vê yekê qet neçûye dibistanê û wiha domand: “Ligel xwendina wî tunebû jî li Qilebanê bi tevî hevalên xwe di 2003’yan de partiya DEHAP’ê vekir. Ligel xwendina wî tunebû jî li Qilebanê xebatên partiyê dikir. Piştre hikûmetê bi ser malê de girt û kurê min kir bin çavan. Jê re gotin ‘te çima partî vekiriye.’ Piştre kurê min hat girtin û li Amedê 3 mehan girtî ma. Dema ez diçûm hevdîtina wî ji min re digot ‘tu yê tirkî neaxivî, kurdî biaxivî.’ Di girtîgehên wek Mîdyad, Tokat û Şirnexê de jî hat girtin. Di jiyana xwe de tu carî xweşî nedît. Hertim dihat binçavkirin û girtin. Kurê min gelek caran hat binçavkirin, lê tu rojekê jî dev ji xebatên xwe berneda. Dema ku ji girtîgehê derdiket dîsa xebatên xwe didomand. Karê xwe yê nîvco maye didomand. Jiyana wî tim di nav têkoşîn û berxwedanê de derbas bû. Kurê min dema hat girtin jî dev jê bernedida. Di girtîgehê de jî tim dixwend. Jiyana wî tim di bin îşkenceyê de derbas bû.”
 
Cerdevaniyê qebûl nake
 
Bîjan, diyar kir ku kurê wê beriya ku jiyana xwe ji dest bide 7 caran hatiye girtin û wiha axivî: “Dema di girtîgeha Şirnexê de bû îşkenceyek mezin lê hatibû kirin. Piştî çend mehan hat berdan. Rojekê leşker hatin gotin bila vê çeka cerdevaniyê bigire destên xwe. Kurê min girtina çekê qebûl nekir û çeka wan şikand. Ji ber çek bilind nekir kurê min hat girtin û ew şandin girtîgeha Amedê û 3 mehan li wir ma. Kurê min heta ku jiyana xwe ji dest da îşkenceyek mezin lê hat kirin.”
 
Kurê wê jiyana xwe ji dest dide
 
Bîjan, di dawiya axaftina xwe de got kurê wê di  2016’an de bi destên dewletê hatiye qetilkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wê demê li me geriyan û gotin ‘kurê we dawî li jiyana xwe aniye.’ Lê me ji vî tiştî bawer nedikir. Ji ber ku kurê min ne kesek wisa bû ku dawî li jiyana xwe bîne. Tu carî tawîz nedida. Ji ber vê yekê kurê min di girtîgehê de kuştin. Kesekî ku di bin parastina dewletê de be çawa xwe bikuje. Em bawer nakin ku kurê min xwe kuştibe. Ger ku xwe bikuşta dê xwe di îşkenceya Amed û Şirnexê de bikuşta. Jixwe dema me cenazeyê wî anî jî li ser bedena wî şopa îşkenceyê hebû. Dewlet derewa dike û em ji wan bawer nakin. Piştî ku em çûn me cenazeyê xwe anî jî tabût nedan me û destûr nedan em cenazeyê xwe bişon. Dema ku kurê min ê dinê çû cenazê birayê xwe werbigire jî leşkeran jê re gotin ‘kurdî neaxive em ê te jî bikujin.’ Piştre me cenazê wî anî li vir şuşt û defin kir. Ev qas dem derbas bû jî mirina wî nehat ronîkirin. Kurê min piştî ku hat qetilkirin jî edaletê cihê xwe nedît.”
 
‘Terorîst îlan kirin’
 
Hevjîna Segvan, Lale Yaman jî bi lêv kir ku ew hîn jî bawer nake ku hevjîna wê di girtîgehê de xwe kuştibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di bedena wî de şopa xeniqandinê tunebû. Girtîgeha Rîzeyê sê caran îfadeya xwe guherand. Cara yekem gotin ‘serê xwe kiriye navbera hesinên qawişê.’ Cara duyem gotin ‘bi gomlek xwe xeniqandiye.’ Cara sêyem jî gotin ‘bi şerît xwe xeniqandiye.’ Wan di girtîgehê de komkûjî pêk anîn û hevjînê min kuştin. Hevjîna min hefteyek pêşî beriya ku jiyana xwe ji dest bide ji bo ji hevalên xwe re name bişîne ji min navnîşanên hevalên xwe xwest. Di girtîgehê de jî bû gelek kêfxweş bû. Dema ku me cenazeyê wî anî jî polîsan digot ew ‘terorîst e.’ Di bedena wî de şopa derziyê hebû.”
 
‘Xwedî li girtiyan derbikevin’
 
Lale, bal kişand ser girtiyên ku di girtîgehan de bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest didin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelek girtiyan heta îro jiyana xwe ji dest dan û ji hemûyan re jî gotin întîxar kirine. Îro di girtîgehan de heta niha gelek cenaze derketin û hemû jî bi guman in. Ji bo hevjîna min jî gotin întîxar kiriye. Lê em bawer nakin ku girtiyên îro jiyana xwe ji dest didin întîxar kiribin. Her carê bi kêyfî ceza didan hevjînê min û dawiyê wî kuştin. Hem me digirin û hem jî me dikujin. Bila hemû kes xwedî li girtiyan derbikeve.”