‘Bi seknek rêxistinkirî dikare tecrîd bê şikandin’

  • 09:02 8 Hezîran 2022
  • Rojane
 
Şîrîn Çinar
 
ÊLIH - Rêvebera HDP’a Êlihê Gîzem Ogurlu tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û da zanîn ku ji bo fikarên civakê ji holê rabin divê tecrîd bê şikandin.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sale li girava Îmraliyê di bin tecrîdek giran de ye. Parêzerên wî ev salek zêdetir agahî ji muvekîlên xwe nagirin û ji bo hevdîtinên serlêdanên tên kirin jî tên redkirin.
 
Gîzem Ogurlu ya di rêveberiya HDP’a Êlihê de cih digire, polîtîka tecrîdê ya bandor li ser her alî civakê kiriye nirxand.
 
‘Dibe sedema fikaran’
 
Gîzemê da zanîn Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji sala 1999’an ku anîne Tirkiyeyê di bin tecrîda giran de ye û tecrîda pêk tên pêkanîneke sûcê mirovahiyê ye. Gîzemê balkişand ser pêvajoya hevdîtina di nîsana 2015’an de hatiye kirin û wiha dirêjî dayê: “Di Nîsana 2015’an de bi destpêkirina pêvajoya çareseriyê re tecrîd kêm be jî hinek zivik bibû. Bi vê re jî aramiyek di civakê de pêk hat. Lê bi xerabûna pêvajoyê re tecrîda giran pêk hat. Vê jî rê li ber fikaran vekir. Ev saleke agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin. Li ser vê fikar dîsa zêde bûn.”
 
‘Tecrîd bû sedema pirsgirêkên cidî’
 
Gîzemê her wiha daxuyakirin ku ji bo fikarên civakê ji holê rabe û jiyaneke demokratîk bê avakirin divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe û ev tişt anî ziman: “Tecrîda li ser Birêz Ocalan wêneyê herî mezin yê pêkanîna polîtîka tecrîdê ye. Bêguman wêneyê din jî xwe li ser gelan dide nîşan dan. Li girtîgehan dide nîşandan. Girtiyên nexweş para xwe ji vê digirin. Ji girtîgehan cenaze dertên. Ji girtîgehên di bin kontrola dewletê de derketina cenazeyan înfîale. Bi tecrîdê re binpêkirina maf tê jiyîn.”
 
‘Êriş ji ber tecrîdê pêk tên’
 
Gîzemê, destnîşan kir ku tecrîdê bandor li ser her alî civakê kiriye û wiha bi lêv kir: "Polîtîkayên şer jî ji tecrîdê serbixwetir nîne. Bi pêvajoya pandemiyê re polîtîkayên şer û tecrîdê xwe bi awayên cuda da meşandin. Îro daxuyaniya çapemeniyê jî tê astengkirin. Ev tecrîde. Di pandemiyê de jin hepsê malê hatin kirin, krîza aborî derket asta herî jor. Ev hemû girêdayê tecrîdê ne. Êrişên li Başûr didomin. Ev hemû ji ber tecrîdê pêk tên. Li herêmê polîtîkayên şerê taybet ê meşandin. Li ser ciwan û jinan polîtîka fuhuş , hişbir û sîxurtiyê tê meşandin. Ev jî girêdayê tecrîdê ye. Kuştinên jinan jî girêdayê tecrîdê ne.”
 
‘Divê seknek bi rêxistin bê nîşandan’
 
Gîzemê di dawiya axaftina xwe de li dijî tecrîd û politîka şerê taybet banga rêxistinbûnê kir û wiha vegot: “Tecrîd ancak bi hatina gel hev a civakê dikare bê şikandin. Divê jin bên gel hev û têkoşînê mezin bikin. Divê ji bo şikandina tecrîdê sekneke bi rêxistin bê nîşandan.”