Leyla Akyildiz ya tahliye bûye: Divê li dijî tecrîdê helwest hebe

  • 09:01 8 Hezîran 2022
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL - Leyla Akyildiz a ku sê caran înfaza wê hat şewitandin û di 4’ê Gulanê de ji girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hat tahliyekirin wiha got: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Ez wek keseke nû hatime tahliyekirin, daxwaza min a ji civakê ev e ku li dijî tecrîdê bibin xwedî helwest û seknekê.”
 
Li girtîgeha tecrîd roj bi roj giran dibe û li hember girtiyên siyasî polîtîkayên pêk tên gihiştine asteke dijwar. Her hefte girtiyek bi ‘guman’ jiyana xwe ji dest dide û întîxar li girtiyan tê ferzkirin. Tevî her tiştî girtî dest ji têkşîna xwe bernadin. Yek ji girtiyên ku 5 sal bû li girtîgeha Bakirkoy a Jinan girtibû Leyla Akyildiz bû.  Leyla di 4’ê Gulanê de bi Lorîn Înanç re hat tahliyekirin û bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Leylayê ji ajansa me re nirxandin kir.
 
Sê caran înfaza min hat şewitandin!
 
 Leyla ku 5 salan li girtîgeha Bakirkoyê ma beriya wê jî pêvajoyeke girtinê ya 5 salan jiyaye û wiha got: “Du sal berê Lijneya Şopandin û Îdarî hat avakirin. Vê lijneyê tahliyeya me bihata jî di rewşa di cih de nedîta tahliye nedikir. Sê caran înfaza min hat şewitandin. 9 mehan ceza hat dirêjkirin. Tiştekî şênber ê şewitandina înfazan tunebû. Yek ji hincetên tu bingeha wê tune ye ‘tevî ji zanîngehê mezun bûye serî li KPSS û ALES nedaye, vê tespîta neyînî kiriye’ an jî ‘ji xizmetên manevî yên rehberê fêde negirtiye’ bû. Lê dema me dixwest em derkevin qada sporê em dernedixistin. Di pandemiyê de ji xwe bi tu awayî em dernexistin.”
 
‘Koxuşa rêxistinkirî hinceta esas bû’
 
Leylayê wiha dirêjî dayê: “Yek ji hinceta din jî ev bû ku av û ceyran zêde hatiye bikaranîn. Lijneyê ev neyînî nirxand. Her wiha gotin di lêgerînan de alîkariya gardyan û personelan nekiriye. Koxuşa me koxuaş rêxistinkirî vedinasîn û ji ber jiyanek kolektîf esas bû, ev bû hinceta netahliyekirina min. Çûyîna van koxuşan asteng dikirin. Berê mirovan didin koxuşên serbixwe an jî îtîrafkar. Dema me li dijî vê bertek nîşan dida ev nêzîkarî neyînî dihat dîtin.”
 
‘Mantika girtîgehê bixwe tecrîde’
 
Leylayê destnîşan kir ku tu aliyên qanûnî û hiqûqî yên şewitandina înfazan tunebûye û wiha bi lêv kir: “Lijneya Şopandinê ji girtiyan û midûran pêk dihat, tu aliyê wan ê hiqûqî û perwerda hiqûqî tunebû. Gelo ev çawa dibin ku nahêlin em derkevin derve. Bi rastî mirov di alî fêmkirinê de zehmetiyan dikşînin. Ev mirov ne xwedî taybetiya ku biryara vê bide ne.Ev lijne bi giştî ji bo şewitandina înfazan hatiye avakirin. Mantika girtîgehan bixwe mantika tecrîdê ye. Piştî OHAL’ê pêkanîna tecrîd û îşkencê derket asta herî jor. Her tişt hatiye qedexekirin stran jî wek sûc tê dîtin.”
 
Stranên kurdî gotin înfaz hat şewitandin
 
Leylayê destnîşan kir ku di 15’ê Tebaxê de ji ber bi hevalên xwe re  stranên kurdî gotiye û govend gerandine der barê wan de lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin û wiha vegot: “Ji ber stranên kurdî, gotin ‘ne rewşa baş e’. Du sê hefte ji tahliyeya me re mabû. Lê tahliye şewitandin. Gelek lêpirsîn vekirin. Bi hinceta pandemiyê ji bilî kesên tên serdanê wekê din nikare bi kesî re axaftin bê kirin. 25 deqe hevdîtin heye û ev bixwe tecrîde. Tevî girtiyên edlî ji hevdîtina telefonê ya bi dîmen fêdeyê digirin yên siyasî fêdeyê nagirin. Li gorî pozîsyona darizandinê nêzîkatî tê nîşandan. Em hem ji ber jinin û hem jî nasnameya Kurd tên cezakirin.”
 
Polîtîka tolgirtinê
 
Leylayê bi lêv kir ku di vê nokteyê de hestiyariya civakê qels dimîne û wiha daxuyand: “Bakirkoy li cihekî navendî ye. Ji bo hevalên me tenê nemînin û em xwedî li wan derkevin divê em hewl bidin. Em dikarin hestiyariyê ava bikin. Divê em xwedî li girtiyan derketin. Hevalên 30 salin girtîne û çend meh ji tahliyeya wan re maye tên înfazkirin. Em gelek bi bandor dibin. Ev girêdayê polîtîkayên desthilatdariyê ne. Ji ber ku ev bi rastî polîtîka tolgirtinê ye. Hevalên tenê di hucrê de dimînin jiyana wan pir girane. Di alî psîkolojîk de şertên giran tên jiyîn. Girtî bi şîdeta psîkolojîk re tên rû hev. Dema çûm dadgehê hatim di hucrê de mam. Di alî alerjîk de her derê min werimî. Ji bo min bibin doktor min gelek hewl da. Çûm doktor got  ev tiştekî bi xetere. Li girtîgehê girtina avê jî sê rojê mirovan digire. înfaza girtiyên di hucrê de dimînin jî bi gumanin. Tecrîd giran bûye. Dewlet qestê canê mirovan dike. M ev nêzîkatî ji nêz ve dît.”
 
'Divê li dijî tecrîdê mirov xwedî helwest bin'
 
Leylayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û wiha dawî lê anî: “Tecrîdeke bi salen e didome heye û civakê fêrî vê dikin. Ev şerma me hemûyan e. Divê civak fêrî vê nebe. Ez wek keseke nû hatime tahliyekirin daxwaza min ev e ku em fêrî vê rewşê nebin û li dijî vê bibin xwedî helwest.”