ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2022'AN

  • 09:00 8 Hezîran 2022
  • Rojev
 
* Leyla Akyildiz a ku sê caran înfaza wê hat şewitandin û di 4’ê Gulanê de ji girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hat tahliyekirin wiha got: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Ez wek keseke nû hatime tahliyekirin, daxwaza min a ji civakê ev e ku li dijî tecrîdê bibin xwedî helwest û seknekê.” DÎMEN HEYE
 
* Rêvebera HDP’a Êlihê Gîzem Ogurlu tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û da zanîn ku ji bo fikarên civakê ji holê rabin divê tecrîd bê şikandin. BI DÎMEN 
 
* Wênesaz Rûken Ekîncî bi pêşangeha ‘rengên jiyanê dihewîne’ ya li Amed û Êlihê vekir, wêneyên kesên navdar ên dîroka kurdan xêz dike û dîrokê dibe pêşerojê. DÎMEN HEYE
 
*Girtiyê bi navê Segvan Yaman di sala 2016’an de li Girtîgeha Tîpa L ya Rîzeyê bi îdîaya “întîxar” kiriye jiyana we ji dest dide. Dayika wî Bîjan Paksoy anî ziman ku jiyana kurê wê tim di nava îşkenceyê de derbas dibe û li dijî hemû zextan berxwedan û têkoşînek mezin dide.
DÎMEN HEYE
 
*Parlementera berê ya Parlementoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr, destnîşan kir ku li dijî Gelê Kurd tu cudahiya Tirkiyê ji DAÎŞ’ê nîne û got: “Dewleta Tirk tenê Kurdistan dagir nekiriye bi tevahî Iraq jî hatiye dagirkirin.”
 
*Şeniyên Elkê bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi AKP-MHP'ê da û gotin: "Divê Gelê Kurd bibe tifaq ku bikaribe vê zilmê bişkine. Divê Barzanî  dev jî xiyanetê berde." BI DÎMEN 
 
*Jinan ji bo meşa ‘Li dijî siyaseta tecrîdê ji bo parastina azadiyê em dimeşin Gemlîkê’ bang li gelê Wanê kirin ku tevli meşê bibin û wiha gotin: “Em li dijî zextan, binpêkirinan û tecrîdê aştî û aramiyê ava bikin.” BI DÎMEN