Derheqê mamosteya nîjadperest de ji 'birîndarkirina hêsan' idianame hat amadekirin

  • 13:18 7 Hezîran 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li Hezexê derbarê momosteya nîjadperest ê ji xwendakarên xwe re got "Hûn encax govendê bigerînin" de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve salekê şûnde ji 'birîndarkirina hêsan' idianame hat amadekirin.
 
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê, derbarê mamosteya muzîkê ya bi navê Samiye G. ku di 9'ê îlona 2021'ê de dema xwendina "sirûda neteweyî" ji xwendekarê xwe K.C.S. re gotibû "Sirûdeke te jî nîne. Hûn kurd tenê dikarin govendê bigerînin" û tundî lê kiribû de bi sûcdariya "birîndarkirina hêsan" idianame hat amadekirin. Îdianame ku hat amadekirin ji aliyê Dadgeha Esliyeya Ceza ya Hezexê ve hat qebûlkirin û bi sûcdariya "birîndarkirina hêsan" hat xwestin ku mamoste bê cezakirin. 
 
Ji ber gotinên nîjadperest nehat cezakirin
 
Di idianameyê de hat destnîşankirin ku Samiye G. dema ku li dibistanê ders daye li hinarik û çamika stûyê xwendekarê xwe K.C.S. daye û bi qestî sûcê "birîndarkirina hêsan" pêk aniye. Her wiha di doznameyê de ji dadgehê hatiye xwestin ku mamoste Samiye G. ji ber sûcê ku kiriye bê cezakirin. Lê balkêş e ji ber gotinên wê yên nîjadperest cezakirina mamoste nayê xwestin. 
 
Heqaret li zarokê xwe kir 
 
Di idianameyê de îfadeyên K.C.S. ên derbarê bûyerê de jî hatin dayîn. K.C.S. diyar dike ku dema xwendina "Sirûda Neteweyî" dengê hevalê li cem wî xera bûye û ji ber vê keniyaye û li ser vê mamosteya wî Samiye G. tundî lê kiriye. Piştre jî K.C.S. ev tişt gotiye: "Dûre li ser masê rûnişt û got, 'Sirûdeke we ya wiha heye ku hûn dikanin. Hûn tenê dikarin govendê bigerînin'."
 
Her wiha di  idianameyê de îfadeyên mamoste Samiye G. jî hatine dayîn. Mamoste G. angaşt dike ku li xwendekar nedaye û tenê wî hişyar kiriye û jê xwestiye ku rêzdar be. 
 
Gefxwarina li xwendekaran
 
Li aliyê din hevjînê mamoste Samiye G. ê polîs piştî bûyerê hatiye li dibistanê nobet girtiye. Mamoste jî bi gotina "Li dibistanê kes nikare ji min re tiştekî bibêje" gef li xwendekaran xwariye.