Pervîn Buldan: Em ji bo nûnertiya bi milyonan jin li vê derê ne

  • 11:48 7 Hezîran 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Beriya daneşîna Peymana Stenbolê Hevseroka  Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan li ber Dadgeha Bilind daxuyaniyek da, got ku ew ji bo nûnertiya bi milyonan  jin li vê derê ne û wiha berdewam kir, " Pemana Stenbolê xeta me hemûyan a sor e û em jê tawîzê nadin.
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên jinan, ji bo ku fesihkirina Pemana Stenbolê bê betalkirin doz li Dadgeha Bilind vekiribûn. Daneşîna dozê îro li 10'emîn Daîreya Dadgeha Bilin tê dîtin. Jinên ku beriya daneşînê li ber Dadgeha Bilind hatin gel hev daxuyaniyek dan. Malbatên ku di daxuyaniyê de axivîn, gotin ku bila êdî tu jin û zarokên din neyên kuştin û ji bo vê ew ê xwedî li peymanê derkevin. Piştre jî li ser navê kolmeleya Di Serî de Jin û Zarok, Parêzer Mujde Tozbay, diyar kir ku ew ê ji bo pemanê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Daneşîn ji aliyê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterên jin ên HDP û endamên Meclisa HDP'ê daneşînê dişopînin.  Beriya Daneşînê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan daxuyanî da.
 
'Em ê peymanê li her derê biparêzin'
 
Pervîn diyar kir ku peyman destkeftiya herî girîng a jinan ku bi têkoşîna xwe bi dest xistine û ew fesihkirina peymanê ya nîvê şevê ji aliyê mêrekî ve nayê qebûlkirin. Parvîn di berdewamiyê de wiha got, "Me li her derê îfade kiriye, em îro careke din li vir diaxivin. Peymana Stenbolê ne peymanek e ku bi îmzeya ku mirov di navbera du lêvan de bilêv bike, qet neyê eşkerekirin û paşguh kirin. Demeke ku li Tirkiyeyê bi hezaran jin ji aliyê mêran ve şîdet li wan tê kirin, bi hezaran jin tên qetilkirin û kuştin, di nîvê şevê de fesihkirina peymaneke bi vî rengî em  tu carî qebûl nekin û em ê li her derê parastina wê bikin."
 
'Em bi nûnertiya bi milyonan jinan li vê daneşînê ne'
 
Pervînê bi bîr xist ku wekî HDP'’ê serî li Meclîsê jî dane û wiha dewam kir: “Em ê vê peymanê biparêzin. Ji ber ku îro biryareke erênî ji dadgehê derkeve ne tenê daxwaza me ye, daxwaza bi milyonan jinên li vî welatî dijîn e. Em wekî nûnerên bi milyonan jin îro li vir in. Em careke din diyar dikin ku em ê tu carî vê bêhiqûqiyê qebûl nekin. Li vir dayikên me yên bi şîdeta mêran keçên xwe winda kirine hene, lê ji bo ku bi mîlyonan dayikên li vî welatî nekevin heman rewşê em ê vê pêvajoyê bi hev re bişopînin. Ji bo ku bi mîlyonan jin vê pêvajoyê bişopînin çi ji destê me bê em ê bikin û em ê tu carî dest ji têkoşînê bernedin. Pemana Stenbolê xeta sor a me hemûyan e, em ê tu carî dest ji vê xeta sor bernedin."
 
Pervîn Buldan dê parastinê bike
 
Piştî daxuyaniyê jin derbasî salona Dadgeha Bilind a10'emîn a daneşînê bûn. Li ser navê Meclisa Jinan A HDP'ê  dê Pervîn Buldan parastinê bike.