'Li dijî zilmê divê dayik bibin yek'

  • 09:02 7 Hezîran 2022
  • Rojane
Rojda Aydin  
 
ŞIRNEX - Keser Îrtegun a ku kurekî wê 7 sal berê hatiye qetilkirin û yek jî 6 sal in girtiye, anî ziman ku bi sala ne bi zilmê re rûbirû mane û got: "Jiyana me her bi zilmê re derbas bû, em her dilşewatin. Divê dayik bibin yek û bi hev re dengê xwe bilind bikin û bêjîn êdî bes e."
 
Li Kurdistanê tu deriyê kîjan malbatê vekî bi zext û zordariya dewletê re rûbirû mane. Jinên kurdistanê birînên xwe bi berxwedan û têkoşîna xwe û zarokên xwe derman dikin. Yek jî wan jinan Keser Îrtegûn a 43 salî ye. 
 
Keser a ku dayika 7 zarokan e, bi eslê xwe ji gundê Bîryan a Şirnexê ye. Keser jî di salên 90’î de bi polîtîkayên dewletê yên wekî ferzkirina cerdevanî re rûbir û ma û ji ber valakirina gund di sala 92’yan de bi malbata xwe re koçberê Silopiyê dibe. Vê demê hevjînê Keserê û tevî 2 xizmên wê tên girtin û piştî 3 mehan tên tahliyekirin, ji Silopiyê derdikevin û diçin Şirnexê li vir bi cih dibin. Keser a ku bi salan bi zilm û zordariyê re rûbirû dimîne ji ajansa me re behsa jiyana xwe kir. 
 
Çîroka koçberiyê...
 
Keser, wiha behsa valakirina gund kir: “Di sala 92’yan de dewletê bi ser gundê me de girt û gotin an hûnê bibin cerdevan an jî hûnê ji gundê xwe derkevin. Me cerdevaniyê qebûl nekir û leşkeran xanî û gundê me xirap û wêran kirin. Ji zarokatiyê heta îro tê bîra min ku zilmek mezin li ser me tê meşandin. Me ji jiyana xwe tu carî tiştek fêm nekir. Dema ku gund hatin valakirin jiyana ve vegûherî dojehê. Roja ku bi ser gund de girtin jin û zarok bi revê ji gund derketin. Me berê xwe da Silopiyê. Li vir bi ser malê de girtin û hevjînê min û çend kesên din hatin binçavkirin û 3 mehan di girtîgehê de man. Dema ku hevjînê min hat berdan me berê xwe da Şirnexê. Lê belê li vir jî polîsan her şev bi ser malê de digirtin. Li vir jî zilma dewletê berdewam kir.”
 
'Kurê min hat qetilkirin' 
 
Kesera ku bi salan bi zilma dewletê re rûbirû dibîne, di 27’ê tebaxa 2015’an de kurê wê Adem Îrtegun li taxa Yeşîlyurdê tê qetilkirin. Keser wiha behsa qetilkirina kurê xwe dike: “Kurê min xwendekar bû û ji bo ku pêdiviyên dibistana xwe pêk bîne di pastexanê de dixebitî. Ew şeva ku kurê min bê kuştin ez lê geriyam, min got were xwarin amadeye û wî jî got ‘Ez waye têm’. Êvar bû û min bihîst ku dengê çekê tê. Ez beziyam û min got kurê min kuştin, kesî min bawer nekir. Ez beziyam serê cadeyê û min dît ku kurê min kuştine. Beriya ku kurê min bê qetilkirin dozger û dadger ji hevjînê re min re gotibûn ‘Kurê te an bê girtin, an jî bê kuştin’ û kurê min hat kuştin." 
 
Kurê wê Selman jî hatiye girtin 
 
Keser, destnîşan kir ku ev 7 sal in ji cihê ku kurê wê hatiye qetilkirin derbas nebûye û got: “Ez nikarim ji wir derbas bibim. Dema ez li wir dibînim dilê min dişewite û kurê min tê bîra min. Kurê min ew şeva ku hat qetilkirin nû ketibû 16 saliya xwe. Piştî Adem hat qetilkrin salekê şûnde kurê min Selman Îrtegun hat girtin. Kurê min 6 sal in girtiye û nexweş e. Heta niha sê caran ji serê xwe emeliyat bû. Xwin çu ser mejiyê kurê min û her wiha mêjiyê wî şimitiye û 25 rojan di lênêrîna awarte de ma. Lê ligel vê neşxweşiyê di sala 2016’an de hat girtin. Platîn di serê kurê min de heye. Kurê min astengdar e. Rewşa wî nebaşe. Kurê min nexweşe û nikare di girtîgehê de bibîne. Me serî li gelek cihan da. Lê bersivek êrênî nedan me. Kurê min niha di girtîgeha Şirnexê de tê girtin.”
 
‘Bila ev zilm bi dawî bibe' 
 
Kesera ku tevahiya jiyana wê bi zilm û zordariyê derbas bûye niha ji bo hemû dayikên kurd banga edaletê dike. Keser wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çima vê zilmê li me dikin? Kurekî min hat qetilkirin û yek jî hat girtin. Ew çi ji me dixwazin? Dil û kezeba dayikan bi sala ne dişewite. Bila êdî dawî vê zilmê bê. Divê hemû dayik dengê xwe bilind bikin û bibêjin êdî bes e. Di girtîgehan de gelek girtî jiyana xwe ji dest dan. Li her deverê Kurdistanê şer heye û zarokên kurd tên kuştin. Ma qey dayik ne guneh in. Bila ev şer bisekine û edalet pêk bê.  Bila ev zilm bi dawî bibe.”