ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2022'YAN

  • 09:00 7 Hezîran 2022
  • Rojev
*Endama Meclîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a herêma Efrînê Sureye Mistefa û Endama PYD'ê ya Kobanê Elmaz Romî têkildarî mijara beşdariya jinan a di qada siyasî û civakî de her wiha beşdariya jinan a di warê temsîliyeta jinê, pêvajoya biryarê de çawa ye û ev çiqasî bandorê dike nirxandin kirin. Jinan gotin:"Ji bo dewletên hegemon li ser civakê hakîm bin destpêkê dest diavêjin bingeha civakê, bingeha civakê jî jin e. Em gihaştine astekê ku aloziya heyî û xetimandina heyî bi rêya jinê çareser bikin. Loma li Rojavayê Kurdistanê rola jinê ya di qada siyasetê de jî gelekî girîng e." DÎMEN HEYE
 
*Keser Îrtegun a ku kurekî wê 7 sal berê hatiye qetilkirin û yek jî 6 sal in girtiye, anî ziman ku bi sala ne bi zilmê re rûbirû mane û got: "Jiyana me her bi zilmê re derbas bû, em her dilşewatin. Divê dayik bibin yek û bi hev re dengê xwe bilind bikin û bêjîn êdî bes e." BI DÎMEN 
 
*Parêzer Several Ballikaya da zanîn ku tecrîd li gel tê ferzkirin û wiha vegot: “Di sala 1999’an de dema pergala Îmrali hat avakirin ji ser bertek qels bûn, îro tecrîd li gel tê ferzkirin. Yekane rêbaz, têkoşina yekbûyiye û li dijî vê bertek nîşandane.” BI DÎMEN 
 
*Aktîvîsta TJA’yê Eylem Saruca der barê meşa Gemlîkê ya 12'yê Hezîranê de wê pêk bê bang kir û got: “Em bi yek hedefê diçin, em azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin. Werin em bi hev re ji bo rakirina tecrîdê bibin yek.” BI DÎMEN
 
* Fîrdevs Poyraz a ku di qedexeyên Cizîrê de mala wê hatiye hilweşandin û hevjînê wê Onder Poyraz di qedexeya derketina derve de hat girtin bi 2 zarokên xwe re tenê dimîne. Zarokên wê bavê xwe neditine û nas nakin.Tenê daxwaza Poyraz ew e ku hevjînê wê yê nexweş bê berdan û bê gel zarokên xwe. BI DÎMEN 
 
*Rehîme Fîdan a 90 salî ye ji dawiya salên 70'ê de rêxistin nas kir û di nav de cih girt. Rehîme ya kedkara tendirustîyê bû bêje di hemû  çalakî û xebatan de cih girt dibêje: "Em bi hesreta azadiyê dijîn. Me bi wê heskirinê ked da. Hêza me û temenê me têr nekir. Bi hêviya kurdên me azadiyê bibînin." BI DÎMEN