Jinên li Antalyayê: Tevlî danişîna doza Peymana Stenbolê bibin

  • 15:09 6 Hezîran 2022
  • Rojane
 
ANTALYA - Ji bo danişîna doza li dijî vekîşîna ji Peymana Stenbolê ya 7'ê hezîranê bê dîtin, jinên ji Partiya Çepê li Antalyayê daxuyaniyek da û banga tevlîbûnê li jinan kir. 
 
Jinên ji Partiya Çepê ji bo danişîna doza li dijî vekişîna ji Peymana Stenbolê ya ku bi îmzeya Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan hatibû vekirin, li avahiya xwe daxuyanî dan. Jinan ji bo danişîna di 7'ê hezîranê de were dîtin banga tevlibûnê kirin. 
 
Seroka Partiya Çep a Bajêr Aysel Aydin, bi bîr xist ku danişîn dê sibê saet di 09.00'an de li Şûraya Dewletê bê dîtin û got ku divê li Peymana Stenbolê demildest bê vegerîn. 
 
Aysel, banga tevlibûna danişînê kir û got: "Peymana Stenbolê ya me ye û em ê serbikevin. Em ê di 7'ê hezîranê de li Şûraya Dewletê bin. Çi bikin bila bikin, dê bi sernekevin."