PDK'ê nehişt enternasyonalîst biçin Rojava

  • 15:03 6 Hezîran 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dehan enternasyonalîst li dijî êrişan xwestin biçin Rojavayê Kurdistanê, lê belê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin astengkirin.
 
Ji welatên cuda yên cîhanê 26 enternasyonalîst di bin sîwana Tûgayên Xebatê yên Navneteweyî de li hev civiyan û berê xwe dan Rojava. Koma enternasyonalîstan li Deriyê Sînor ê Pêşxabûr ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate astengkirin û rê nade derbas bibin.