KJAR: Li Rojhilatê Kurdistanê 410 jin hatin qetilkirin

  • 14:49 6 Hezîran 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KJAR, bi raporeke fermî rêjeya jinên ku di 3 salên dawiyê de li Rojhilatê Kurdistanê hatine qetikirin eşker kir. Li gorî raporê di nava 3 salan de 410 jin hatine qetilkirin.
 
Rêxistina Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi raporeke fermî hejmara jinên ku di nav 3 salên dawiyê de li Rojhilatê Kurdistanê hatine qetikirin eşker kir.
 
KJAR, aşkere kir ku di nava 3 salan de 410 jin li bajarên cuda cuda yên Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin û jiyana xwe ji dest dane. Her wiha îsal jî 7 jin hatine qetilkirin. 
 
Di Rapora ku di 5’ê hezîranê de bi sernavê “Sûcên bê ceza” hat weşandin de wiha hat gotin: "Di sala 2019'an de, 133'ê jinan jiyana xwe ji dest dane û di nav wan de herî kêm 33'ê jin ji aliyên malbatê ve hatine qetilkirin. Di nav wan de 5 jin bi hinceta namûsê hatin qetilkirin."
 
Her wiha li gorî rapora Tora Mafê Mirovan a ku di sala 2020'an de hatî aşkerakirin 94 jin jiyana xwe ji dest dane ji wan 33'ê jin temen biçûk bûn di bin 18'ê salî re bûn. Her wiha 18'ê jin ji hêla endamên malbatê ve bi hinceta namûsê hatine qetilkirin û ji destpêka sala 2022'an ve jî 7 jin hatine qetilkirin.