Rêveberiya Xweser bêdengiya rêxistinên mafên mirovan şermezar kir

  • 13:04 6 Hezîran 2022
  • Rojane
 
ŞEHBA - Rêverbiya Xweser a herêma Efrînê li dijî dagirkerî û êrişan daxuyaniyek da û got: “Em bêdengiya rêxistinên mafên mirovan a li hember gef û êrişan şermezar dikin”
 
Li dijî gef û êrişên dewleta tirk a li ser herêmê bi dirûşmeya “Guhertina demografîk û niştecihbûnên ku ji nû ve tên bi cihkirin sûceke li dijî gelê herêmê û dîroka wan e” Rêveriya Xweser a Herêma Efrînê, li Wargeha Berxwedan a Kantona Şehbayê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hemû endamên sazî û dezgehên Rêveriya Xweser a herêma Efrînê amade bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên zarokên ku hatine qetilkirin hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Desteya Perwerdê ya Herêma Efrîn Bêrîvan Xelîl ve hat xwendin.
 
Daxiyanî wiha ye:
 
“Dewleta Tirk hewl dide nakokiyên navneteweyî û trajediya gelan bi kar bîne û Gelê Tirk ku di nava qeyrana siyasî û aborî de dijî, bêdeng bike û bi komên xwe yên çekdar re sûcên xwe li dijî  gelên herêmê bi giştî û  li dijî Gelê Kurd bi taybetî pêk bîne. Bi taybet ku ji aliyê faşîzma Tirk ve bi deh hezaran terosrîst derbasî xaka Sûriyeyê kir. Her wiha herêmên fireh ên Bakurê Sûriyeyê dagir kir  û ji sala 2016?an hat destpêkirin.
 
Piştî dagirkirina deverên EL-Raî, El-Bab, Ezaz û Merêi û piştra dagirkirina bajarê Efrînê di sala 2018?an de, ku  di encamê de bi sed hezaran ji gelên resen ên kurd bi darê zorê koçberî herêmên Şehbayê bûn, tevî binpêkirina mafê mirovan, xweza û şûnwaran di nav de  kuştin, îşkencekirin, revandin, birîna daran û talankirina şûnwarên dîrokî  li Efrînê.
 
Faşîzma Erdogan bi van hemû binpêkirinan  bes nekir, bi niximandina gelek dewletên Rojavayî û Erebî, hewldaneke mezin di guhartina demografiya Efrînê  de kir. Piştî koçberkirina gelên resen ên herêmê bi rêya bicihkirina malbatên çeteyên wê û malbatên ji cih û warên xwe  ji hemû axa Sûriyê hatine koçberkirin, kir. Tevî wê jî avakirina gelek niştecihan li ser erdên ku xwediyê wê gelên Efrînê ne, piştî derbasbûna çar salan ji koçberkirina bi darê zorê ya gelên Efrînê li kampên koçberiyê û bi şert û mercên  dorpêçkirinê, birçîbûn û ji pêdiviyên rojane yên jiyanê bêparkirin. Dewleta Tirk polîtîkaya xwe ya qirkirinê li dijî gelê me didomîne, ew jî bi rêya gefxwarina  operasoyonên leşkerî li gelek  herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet herêmên Minbic û Til Rifatê li ser gotinên Seroka faşîzmê Erdogan tekez dike ku ew li ser siyaseta qirkirinê li dijî gelê me yê berxwedêr di kampên koçberiyê de bi îsrar e. 
 
Gelê Efrîn û Şehba ku her roj biryara xwe ya li hemberî hemû planên Dewleta Tirk a faşîst bi sekna xwe ya li kampên Şehba, hilbijartina xeta berxwedanê û prensîba netewa demokratîk nîşan dide. Her wiha xwe li derdora Rêveberiya Xweser kom bibin û girêdana bi nasnameya xwe ve bin, ji  bo têkbirina hemû planên Tirkiyeyê û mafê wan heta  rizgarkirina tevahî axa Sûriyê ji hovîtiyên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê.
 
Bi navê Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê, em bêdengiya navdewletî di serî de dewletên garantor li Sûriyeyê, li hember gefên Erdogan û êrişên dewleta  Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Şehba, Şêrewa û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Suriyê ku bû sedema ziyanên madî û fîzîkî, bi tundî şermezar dikin her wiha bêdengiya rêxistinên mafên mirovan li hember van gefan şermezar dikin. Em soz didin şehîdên xwe û gelê xwe yê berxwedêr ku em ê li dijî van gefan derkevin heya têkçûna wê û hemû xakên xwe ji dagirkeriya Tirkiyê rizgar bikin.”
 
Daxuyanî bi diruşmeyên “Bijî berxwedana gelan”, “Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re” û “Bijî berxwedana Efrînê” bi dawî bû.