Li Panosê zarokê ku ket gola bendavê fetisî

  • 11:00 6 Hezîran 2022
  • Rojane
AGIRÎ - Di gola Bendava Panosê de cenazeyê zarokê bi navê Mustafa Ozer (14) hat dîtin.
 
Li navçeya Panos a Agiriyê zarokê bi navê Mustafa Ozer (14) ê ku ket gola Bendava Panosê fetisî. Kesên li derdorê diyar kirin ku Mustafa piştî ketiye golê demakê li ber xwe daye û piştre jî di golê de winda bûye. Piştî ku kesên li derdorê agahî dane piywirdaran ekîp hatine cihê bûyerê. 
 
Ekîbên ku hatin cihê bûyerê cenazeyê Mustafa ji golê derxistin. Cenze ji bo otopsiyê birin Morga Nexweşxaneya Panosê.
 
Derbarê bûyerê de Serdozgerê Komarê yê Panosê lêpirsîn da destpêkirin.