Li Mêrdînê zarokekê jiyana xwe ji dest da
- 16:05 5 Hezîran 2022
- Rojane
MÊRDÎN - Songul Dogan a 12 salî ya ku dixwest ji kolanê derbasî aliyê din ê kolanê bibe wesayitê lê da û jiyana xwe ji dest da.
Li ser rêya Midyad-Kerboranê, Songul Dogan (12) a ku xwest ji kolanê derbasî aliyê din ê kolanê bibe, wesayitekê lê da. Songul a ku piştî kesên derdorê agahî dan tendirustvanên hatin cihê bûyerê ew rakirin nexweşxaneyê li gel hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da.
Piştî otopsiyê cenazeyê Songul li Kerboranê hat definkirin.