TJA ji bo Meşa Gemlikê bi jinan re hat gel hev

  • 14:53 5 Hezîran 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Aktîvîstên TJA'yê beriya meşa wê li Gelmlikê di 12'ê Hezîanê de bê lidarixistin li Sancaktepeyê bi jinan re hat gel hev.
 
Aktîvîstên Tevgea Jinên Azad (TJA) ji bo meşa ku wê li Gemilikê di 12'ê Hezîranê de bi dirûşma "Em li dijî siyaseta tecrîdê ji bo azadiyê biparêzin dimeşin"  xebatên xwe berdewam dike. TJA'yî li Orman Parka li Sancaktepeyê bi jinan re hatin gel hev û ji bo meşê banga tevlibûnê kirin.
 
Di hevdîtina ku gelek jin tevi bûn de, jinan bal kişand ser badora tecrîda li Îmraliyê ya li ser jinan.
 
Yek ji çalakgerên Nobeda Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin Fincê Akman a ku hefteya borî di encama çalakiya xwe de hat binçavkirin,  zextên polîsan li wan kirin vegot. Fincê diyar kir ku ew li dijî êrîşan jî nobeda xwe berdewam dkin û got ku meşa Gemlikê jî bi qasî vê çalakiyê girîng e.
 
Hevdîtin bi niqaşên hatin kirin bi dawî bû.