Bîlêse Cebar Ferman: Tirkiye bi dagirkirinê dixwaze sînorên xwe fireh bike

  • 14:29 5 Hezîran 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bîlêse Cebar Ferman ê YNK'yî got, "Tirkiye bi bi êrîşan dixwaze sînorên xwe fireh bike.
 
AKP’ê di 17’ê Nîsanê de Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) girt cem xwe û herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma  Federe ya Kurdistanê. Yek ji rêveberên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bilêse Cebar Ferman têkildarî êrîşên AKP bi hevkariya PDK’ê ji Rojnewsê re axivî û diyar kir ku herêm di bin metirsiyeke mezin de ye û rewşa parçebûyî ya di navbera partiyên Kurdistanî de ev metirsî zêdetir kiriye. Bilêse got, "Parçebûna di navbera Kurdan de jî dibe sedem ku Dewleta Tirk dagirkeriya xwe ya li ser Herêma Kurdistanê berfireh bike."
 
Armanca êrîşan
 
Bilcese destnîşan kir ku divê ev tehdîd ji raya giştî re bên ravekirin û wiha got: “Êrîş ne tenê li dijî Herêma Kurdistanê tên kirin, ji bo Iraqê jî metirsiyeke mezin e. Armanca van êrîşan dagirkirina Iraqê û berfirehkirina sînorên Tirkiyeyê ye. Em wek YNK piştgiriya bidestxistina mafên hemû parçeyên din ên Kurdistanê dikin. Em ê van polîtîkayan bimeşînin."