Rapora DFG'ê ya binpêkirinên mafan: Herî zêde mafên jinan tê binpêkirin

  • 12:20 5 Hezîran 2022
  • Rojane
 
AMED - DFG'ê rapoara xwe ya Meha Gulanê a binpêkirinên mafên rojnamegeran weşand. DFG'ê di rapora xwe de bal kişand ser binpêkirina mafên rojnamegeran, got ku herî zêde mafên jinên rojnameger tê binpêkirin, di Meha Gulanê de 11 rojnameger hatine binçavkirin û derbarê 5 rojnamegeran de jî doz hatiye vekirin.
 
Komeleya Dîcle Firat a Rojnamegeran (DFG) rapora xwe ya binpêkirinên mafan a Meha Gulana 2022'yan aşkera kir. Diraporê de bal hat kişandin ser binpêkirina mafên rojnamegeran û wiha hat gotin, "Armanca me ew e ku bi vê nivîsê balê bikşînin ser binpêkirina mafan û pergala işkenceya ku li ser rojnamegeran çewa hatiye berfirekirin. Lê belê, ji bo mijar bê fêmkirin gotina dawî em di serî de bêjin û deng li desthilatdariya AKP û MHP’ê bikin; ev hewildanên we ji niha de bê ancamin. Rojnameger bi van êrişên bê hiquq serî natewînin." 
 
'Ev hewldana tunekirina rojnamegeriyê ye' 
 
DFG'ê di dirêjiya rapora xwe de diyar kir ku binpêkirin hatine asta îşkenceyê û wiha dirêjî dayê, "Mixabin li welatê me li dijî rojnameger û saziyên rojnamegeriyê binpêkirina mafan bê navber didome. Ev binpêkirina mafan hatiye asta îşkenceyê û nema mirov dikare tehemul bike. Desthilatdarî vê helwesta xwe ya îşkenceyê venaşêre. Berovacî dixawaze rojnameger zanibin ew di bin nîrê işkenceya desthilatdariyê de ne. Bi vî helwesta xwe ji avakirina rojnamegeriya yekalî jî derbas dikin. Bawerî ew e ku êdî ev hewldan, hewldana ji binî ve tinekirina rojnamegeriyê ye. Heke ev angaşta me ne rast be, divê ji desthilatdariyê hinek derkevin û bêjin ev “ne rast e”. Derbarê kiryarên xwe de zêdetir di nava rehetiyê de ne û bê hiquqiya tê jiyîn jî bi tu rengî wan nerihet nake. Bêle nerhetbûn, bi sekna xwe bi niyeta xwe dixwazin xwe wek piştgirê van pêkanînên derhiquqî bidin nişandan."   
 
Polîsên tundî li Rojnamegeran kirin divê bên darizandin
 
Ji aliyê DEFG'ê ve hat diyarkirin ku wek di rapora wan de jî dertê holê, meha Gulanê jî ji aliyê binpêkirina mafan de wek çeteleya pêkanîne zext û zorên li dijî rojnamegeran cihê xwe digire û di berdewamiyê de ev tişt hat gotin, " Di dawiya mehê de rojnameger hatin binçavkirin, îşkence li wan hatin kirin. Kiryarên pêk hatin ne kiryarên ji rêzê bûn. Wekî yekî bêje 'emê dawiya mehê di asta herî jor de fînalekê bikin' dawî li mehê anîn. Li Stenbolê 6 rojnamegerên dixwestin xwepêşandana salvegera çalekiya Geziyê ya nehemîn bişopînin hatin binçavkirin. Nêzîkê 10 rojnameger jî bi gef û tundiya giran ya polîsan re rû bi rû man. Ev tundiya giran ya li dijî rojnamegeran bi gotineke raste rast suceke li dijî mirovahiyê ye, di qadê de tinekirina rojnamegeran e, tinekirina mafê gel ya gihandina nûçeyan e. Polîsên li dijî rojnamegeran van tundiyên giran pêk anîn divê di demeke zutir de bên darizandin û bên cezakirin. 
 
'Herî zêde êrîş li rojnamegerên jin tê kirin'
 
Di raporê de bal hat kişandin ser zextên li Jinên Rojnameger û  wiha hat dirêjkirin, "Balkêşe pirtirê rojnamegerên rastî êrişan tên rojnamegerên jin in. Derdikeve holê ku li dijî rojnamegerên jin pêkanîneke taybet di meriyetê de ye. Bi zanebûn rojnamegrên jin hedef têne girtin û zêdetir tundî û işkence li dijî wan pêk tê. Ji xwe tê zanîn rojnamegerên jin di qada çapameniyê de di şert û mercên zor û zehmet de dixebitin. Ev têr nake pêkanînên derhiquqî û binpêkirinên mafan ku bi destê dewletê bi pêş dikevin jî bêtir rojnamegerên jin dike hedef. Her wiha ji ber nûçeyên amade dikin gef li wan tê xwarin û tên tacîzkirin. Bi qestî dixwazin sîbera tirsê li ser jinê rojnameger zêde bikin. Dema li ropora meha Gulanê bê mêzekirin dê bê dîtin ku ji 10’an zêdetir jin bê navber restî gefxwarinê hatine. 
 
Xeleka herî dawî ya pêkhatina bêhiquqiya li dijî jinên rojnameger binçavkirina Hevseroka Komaleya Rojnamegeran a Dicle Firatê Dîcle Muftuoglu ye. Di van rojên ku me rapora xwe amade dikir de polîsan berê bi ser mala wê de giritin û piştre jî ji bo ifade bide bang lê kirin. Lê di cihê ifade jê bigirin de ew kirin bin çavan. Derbarê hevseroka me Dicle Müftüoğlu de 4 roj biryara binçavkirinê hatiye dayîn. Ev pêkanîn jî têra xwe dide xuyakirin ku dixwazin rojnamegeran çiqas di bin zordestiyê de bigirin. Me di daxuyaniya roja Hevseroka me hat binçavkirin de jî got, Dîcle Muftuoglu tenê rojnamegerî kiriye. Ne pêkane ew bi suc bê tewanbarkirin. Di vê çarçoveyê de bang û daxwaza me ev e ku demildest bê berdan." 
 
'RUTUK wekî lijneya sansûrê dixebite'
 
Di raporê de pêkanînên sanurê yên RUTUK'ê jî hatin bibîrxisitn û  wiha hat gotin, "Di Meha Gulanê de em bûn şahidê cezayên giran yên saziya Desteya Bilind ya Radyo û Televizynê (RTUK) ku wek lijneya sansorê dixebite. Lijneya vê desteyê di civîna 10’ê Gulanê û 30’ê Gulanê de ji bo 4 televîzyonan her yek 2 car ceza birî. RTUK’ê di biryara 10’ê Gulanê de ji bo daxuyaniya parlementerên derbarê salvegera Geziyê de daxuyanî dan, di biryara 30’ê Gulanê de jî ji bo daxuyaniya Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kılıçdaroğlu li Tele1, KRT, Flash TV û Halk TV’yê ceza birî. Bi van pêkanînan deng li sazî û dezgeyên çapameniyê hat birin." 
 
'AKP-MHP'ê li dijî azadiya ramanê çi ji destê wan hat kirin'
 
Pêkanînên AKP-MHP'ên li dijî azadiya ramanê jî hatin bibîrxistin û  wiha hat destnîşankirin, "Hikumeta AKP-MHP’ê ji aliyê azadiya raman û azadiya çapameniyê de hemu xirabiyên ji destê wan hat bi me dan jiyîn. Herî dawî “zagona dezenformasyonê” ya medyaya internetê anîne parlamentoyê. Hewl didin bi vê pêşnumeqanûnê bizmara dawî li ser azadiya çapemeniyê de bikûtin. Ev mijar heke bê pejirandin û bibe zagon dê bi xwe re pirsgirêkên ciddî derxe holê. Dê zextên li ser azadiya raman û çapemeniya azad zêdetir bike. Her wiha ji bo pêkanîna sucên nû re jî bibe bingeh. Di rastiya jiyanê de mafê wergirtina nûçeyan û agahiyan ji destê gel bistîne. Wek tê zanîn em di serdema hilbijartinê de ne. Dixwazin di vê serdemê de nûçe û agahiyan ji destê gel bigrin. Bi giştî civakê bê nefes bihêlin. Ev pêşnûmeqanûn wê sonsorê girantir bike. Ji ber vê pir xetereyan di xwe de dihewîne. Daxwaza me ev e ku demildest ev pêşnûmeqanuna sansorê paşve bê vekişîn."
 
'Bêhiqûqiyan bi dawî bikin' 
 
Di dawiya nirxandina raporê de ev bang hat kirin, " Di serî de jî me got; daxwaza me rakirina bêhiquqiyên li dij rojnamegeran e. Bi vê hişmendiyê jî em banga mezinkirina piştgirî û hevkariyê li rojnamegeran, sazî û dezgeyên rojnamegeriyê dikin. Dubarekirina vê mijarê de feyde heye; bi van kiryarên ne demokratîk tu encam nayê bidestxistin. Rojnamegerên rasteqîn bi tu awayî îcazeta xwe ji destê desthilatdaran nagirin. Ji vir û şûn ve jî pêşniyara me ji bo we ev e ku nekevin nava hêviyeke wisa. Her wiha dev ji van pêkanînin xwe yên faşîzan berdin.