‘Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî’ hat îlankirin

  • 11:28 5 Hezîran 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîstên jin ên li Rojhilata Navîn û Efrîkayî li Beyrûdê Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî Îlan kirin. 
 
Aktîvîstên jin ên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê, li Beyrûda paytexta Libnanê bi lidarxistina civîna çapemeniyê “Însiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan’’ ragihandin.
 
Di daxuyaniya ji aliyê endama înîsiyatîfê Sebah Şiêb ve hat xwendin de wiha hate gotin:
 
“Em aktîvîstên jin ên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê piştgiriya her kesê/a ku parastina mafê jinan bike dikin. 23 sal di ser re buhurî ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi hevkariya dewletên dîktator û plan û komployên hêzên navneteweyî ji aliyê desthilatdariya Tirkiyeyê ve dîl tê girtin. Ev tecrîda ku ji ber parastina mafê bindest û jinên li herêmê û cîhanê dike û hewil dide ku mirov bi ewlehî û aramî bijîn, li ser Ocalan tê sepandin neheqî ye.
 
Bi piştgiriya jinên li Libnan, Filistîn, Iraq, Lîbya, Yemen, Sûriye, Misir û Sûdanê însiyatîfa me gavên xwe yên pêşîn diavêje. Hewildana Nû ya ji bo Azadiya Ocalan, ji komek jinên aktîvîst û huqûqnas ên ji welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê pêk tê. 
 
Armanc ew e ku Ocalan bê azadkirin
 
Armanca vê însiyatîfê ew e ku Rêber Abdullah Ocalan bide berdan, fikirên wî bên naskirin û belav bibin. Ev hewildan bi hemû xebat û kirinên xwe; bi rêya navgînên siyasî, huqûqî, zanistî û medyayê pêkanînên nemirovane yên dewleta Tirk a dagirker red dike. Li gorî peymanên navneteweyî yên dewleta Tirk îmze kirine wê hemû binpêkarinên wê derbixe holê.
 
Her wiha, wê zext li rêxistinên huqûqî û siyasî, sazî û aliyan bê kirin da ku xwe li hemberî vê doza mafdar ker nekin û bi erka xwe rabin. Bi taybetî ji bo parastina mafên girtiyên siyasî û yên Rêber Abdullah Ocalan.
 
Li dijî pêkanînên hovane yekitiyê ava bikin
 
Em diyar dikin ku em piştgiriyê didin hemû kesayet, komele û rêxistinên jinan û li dijî pêkanînên hovane yekîtiya xwe ava bikin û dîlgirtina enternasyonalîstê zana Rêber Abdullah Ocalan xebatên me yên sereke ne. Li ser vê yekê em bang li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û CPT dikin ku vê dozê binirxînin û êşkenceyan eşkere bikin."