Di ser 5'ê Hezîranê re 7 sal derbas bûn: Bi zanebûn ewlehî negirtin

  • 10:42 5 Hezîran 2022
  • Rojane
 
AMED - Parêzer Pîrozhan karali ku derbarê êrîşa 5'ê Hezîrana 2015'an a li hemberî mîtînga HDP'ê ya Amedê nirxandin kir, diyar kir ku bi zanebûn ewlehî nehat girtin û bi êrîşê re xwestin ku tevliheviyê derxînin. 
 
Di  5'ê Hezîrana 2015'an de di Mîtînga Partiya Herêmên Demokratîk a Hilbijartinan de ku li Qada Îstasyonê ya Amedê hat lidarxistin û bi hezaran kes tevli bûn de êrîşa bombeyî hatibû kirin. Di encama êrîşa ku 7 sal di ser re derbas bûn de Ramazan Yildiz, Necatî Kurul, Şemus Kaçan, CIvan Arslan û Alî Turkmen jiyana xwe ji dest dabûn û ji 400 kesî zêdetir jî birîndar bibûn. Derbarê gûmanbarên êrîşê Îsmaîl Korkmaz, Mustafa Kilinç Orhan Gonder, Îlhamî Bali û Burhan Gok de bi sûcdariya "Kuştina bi qestî û hewldana êrîşa bi qestî û bikaranîna madeyên xeter a bê destûr" li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê doz hatibû vekirin û doza hatibû vekirin, bi biryara 5'emîn Daîreya Cezayê ya Şuraa Dewletê bi hinceta ewlehiyê di 24'ê Gulana 2016'an de şandibûn Edliyeya Bati ya 2'emîn  a Cezayê Giran a Enqerê.
 
Li gumanbaran cezayê muebeta giran hat birîn
 
Piştî 25 daneşînan biryar hat dayîn. Dadgehê biryara betalkirina doza der barê Îlhamî Balî de da û Burhan Gok ji kêmasiya delîlan beraat kir û ji bo 3 bersûcan jî ji kuştina 4 kesan 5 caran cezayê muebeta giran da.
 
Li Amedê jî ji aliyê polîsan ve tê berdan
Her wiha ji bo polîsên bi navê Mefaret S., Akin D., Alî K. û Murat D. yên ku erka xwe bi cih neanîn jî 15'emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Amedê biryara beraetê da.  Herwiha 9 polîs jî di darizandina beriya vê de hatibûn beraetkirin. 
 
Rêvebera HDP’ê ya Amedê Pîrozhan Karalî der barê êrîşa li hember mîtîngê û pêvajoyê de nirxandin kir.
 
‘Beriya her mîtîngê lêgerîn tê kirin’
 
Pîrozhanê destnîn kir ku encama di hilbijartinên giştî yên 2015’an de derketiye holê her tişt nîşan daye û gel tu car naxwazin desthilatdarî her tim bimînin û wiha pêvajoya komkujiyê nirxand: “ Wek tê zanîn HDP li Amedê partiya yekemîne û êrîşa hat kirin li hember HDP û hilbijêran bû. Yên êrîş pêk anîn jî endamên DAIŞ’ê bûn. Dema mirov li êrîşa li qada mîtîngê hatiye kirin dinêrin, ewlehiya li wir berpirsyariyek cidî dide ser milê emniyetê.  Qada mîtîngê ji şevê de divê bê girtin û roja mîtîngê çend saet beriya mîtîngê  bi seyan lêgerîna bombeyan tê kirin. Lê dema em dinêrin wê rojê tedbîrên ku bi israr nehatine girtin û nexwestine bigirin hene.”
 
'Polîsan hewl dan tevliheviyê derxînin'
 
Pîrozhanê destnîşan kir ku di komkujiyê de 5 kesî jiyana xwe ji dest dane û nêzî 400 kesî birîndar bûne û wiha daxuyand: “Bombeyek teqyaye û mirov bi xof û tirsek mezin ji qadê hewl didin derkevin. Ji bo birîndaran hewl tê dayîn korîdora ewlehiyê bê vekirin. Qad wek mahşere lê dema mirov li helwesta emniyetê dinêrin tevgerên berovajî tên dîtin.  Tevî tiştên ku gel dijîn bi ava şîd û gazê êrîşê gel dikin. Li şûna gel fêm bikin û hawirê di bin kontrolê de bigirin, îzdîhamek nû derdixin. Her wiha ji bo gelê ku xwe bi xwe koordîne bûye jî dibe asteng. Dema mirov li van tiştên dijîn dinêrin, dibêjin gotin qedyaye.”
 
‘Êrîş bê navber didomin’
 
Pîrozhanê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku HDP’ê der barê komkujiya Amed, Pirsûs, Enqereyê de pêşnûmepirs dane  lê ev nehatine bersivandin û wiha dawî lê anî: “Di dozê hatin vekirin de jî pêvajoyên dadgehê veşarî hatin meşandin. Delîl jî nehatin komkirin, lêkolîn hatin astengkirin. Dema mirov li pêvajoyên dadgehê dinêrin di hişê mirovan de gelek pirsnîşan dertên holê. Desthilatdariyê der barê vê de daxuyanî jî neda. Ev jî nîşan dide tiştên tên serê Kurdan ne xema wan e. Di roja îro de jî heman nêzîkatî didome. Mînak di êrîşa li hember HDP’a Îzmîrê de Denîz Poyraz hat qetilkirin. Li Stenbolê êrîşê avahiyên HDP’ê kirin. Yanî êrîş nesekinîne û her carê teşe diguherin.”