Rojanameger Berîtan: AKP û PDK di şer de xitimî ne

  • 09:08 5 Hezîran 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Berîtan Zagros bal kişand ser geşedanên siyasî ya li herêma Federal a Kurdistanê û got: "Bi salvegera Lozanê re Tirkiye hewl dide Împaratoriya Osmaniyan zindî bike û Kurdistanê dagir bike. Bi vê mebestê êrişeke dijwar a dagirkeriyê li ser rojava û başûrê Kurdistanê daye destpêkirin." 
 
Arteşa Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) di 17'ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê êriş dabûn destpêkirin. Êrişên ku ji hewayî û bêjahî hatine destpêkirin bi rojane berdewam dike. Girêdayî vê yekê li Herêma Federal a Kurdistanê û Iraqê aloziyên navxweyî û siyasî jî berdewam dikin. Derbarê geşedanên siyasî û pêvçûnên ku diqewimin de rojnameger Berîtan Zagros axivî.
 
'Nakokiyên Amerîka, Rusya û Tirkiyeyê'
 
Berîtan, da zanîn ku di asta cîhanî û herêmî de şerekî dijwar dimeşe, şerê ku heya niha li Rojhilata Navîn dimeşiya bi destwerdana Rûsya ya li Ukraynayê re berbelavê erdnîgariyeke berfirehtir bû û got: "Di bingeha hemû şeran de şereke îdeolojîk hebe jî, di roja îro de şerê enerjî, aborî, av û hwd jî tê kirin. Lê di qonaxa ku niha sîstem hatiyê de nikare weke heyî berdewam bike. Ji bo temenê xwe dirêj bike, pêwîstî bi hinek guhertinan dibîne, lê ev guhertinane ne li ser esasê guhertineke bingehîn e. Ji xwe gelek alî şerên niha weke şerê cîhanî yê sêyemîn bi nav dikin. Helbet karekterê vî şerî ne weke eniyên pir dijberê hevin. Hêzên herî dijî hev jî ji ber siyaseteke pragmatîk dişopînin, hem bi hev re nakok in hem jî li ser esasê berjewendiyan di hinek mijaran de hev digirin. Nimûneya vê ya herî berbiçav jî lihevkirin û şerê navbera Rûsya û Amerîka de ye. Yan jî nakokiyên navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ye. Ji niha ve dikare bê dîtin ku wê şerê niha li herêmê dijwartir û berfirehtir bibe." 
 
'Împaratoriya Osmaniyan zindî bike'
 
Berîtan, destnîşan kir ku bi taybet bi nêzbûna 100'emîn sala Peymana Lozanê re wê şerên dagirkeriyê û îlhakkirinê li asta cîhan, herêm û bi taybet jî li Kurdistanê dijwartir bibe û wiha axivî: "Niha navenda vî şerî li Kurdistanê ye. Bi salvegera Lozanê re Tirkiye hewl dide Împaratoriya Osmaniyan zindî bike û Kurdistanê dagir bike. Bi vê mebestê êrişeke dijwar a dagirkeriyê li ser rojava û başûrê Kurdistanê daye destpêkirin. Dixwaze bi êrişên dagirkeriyê re wîlayeta Mûsilê hemû Başûr dagir bike. Ji 17’ê Nîsanê ve careke din êrişeke berfireh a dagirkeriyê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û kurdan daye destpêkirin."
 
'Li Iraqê ne serokomar û ne jî hikûmet heye' 
 
Berîtan, da zanîn ku dii 10’ê cotmeha 2021’ê de li Iraqê hilbijartinên parlementoyê hat kirin, lê heya niha jî ne serokkomar hatiye hilbijartin ne jî hikûmeta nû hatiye avakirin û wiha bi lêv kir: "Koalîsyona Sedir, PDK û Sûneyan ji ber bi piştgiriya Tirkiye û Amerîka hatiye avakirin, serkeftî nabe. Niha ev koalîsyon jî li ber belavbûnê ye. Jixwe daxwaznameyek pêşkêşê dadgeha federal hatiye kirin ji bo parlemento were hilweşandin û hilbijartin ji nûve were çêkirin. Ji ber siyaseta Iraqê di rewşa heyî de xetimiye, êdî behsa ji nûve lidarxistina hilbijartinê tê kirin. Hilbijartin çêbibe jî wê ji ber van destwerdanên derve li cihê çareseriyê dibe krîza siyasî kûr bike û heta Iraqê ber bi parçebûnê ve jî bibe. Hem nakokiyên navbera şîeyan de hem jî nakokiyên navbera kurdan de rê nade çareseriyek li ser esasê berjewendiyên Gelê Kurd û Iraqê pêşbikeve. Yek ji sedema sereke ya xetimîna pêvajoya siyasî ya li Iraqê PDK, Tirkiye û Îran tê dîtin. Helbet li pişt Tirkiye û PDK’ê hêzên navnetewî hene. Beşeke zêde ya aliyên Iraqê û bi taybet jî şîe PDK’ê ji xetimandina siyasî berpirsyar digirin.  Ji ber bi taybet Tirkiye dixwaze bi bikaranîna PDK’ê di nava siyaseta Iraqê de bandora xwe zêde bike. Di rewşa niha de PDK’ê bo xwe bikartîne. Lê Iraqî û alîgirên Îranê ji ber vê rastiyê dibînin, li dijî radiwestin. Îran jî Tirkiye ji bo berjenwediyên xwe metirsî dibîne û naxwaze li nava Iraqê de bandora wê zêde bibe."
 
Têkiliya PDK'ê û YNK'ê...
 
Rojnameger Berîtan, daxuyand ku Erdogan di serdana Nêçîrvan Barzanî de îşareta wê nexweşî bixin navbera PDK’ê û YNK’ê dabû û gotibû, “Wê bi hilbijartina serokkomariya Iraqê re qonaxeke nû destpê bike”, ev jî dihat wê wateyê ku ew ê li dijî namzetiya Dr. Berhem Salihê YNK’yî derkevin, namzetek ji PDK’ê nîşan bidin. Berîtan wiha mijar şîrove kir: "Bi vî awayî peymana navbera kurdan de jî xirakirin. Lê namzetiya Hoşyar Zêbarî yê PDK’yî ji ber dizî yê  li ser îtîrazên cidî ji aliyê dadgeha federal ve hatibû redkirin. Paşê namzetiya Rêber Ehmed ê ji îstîxbarata PDK’ê tê jî bi sedemên cûda hate red kirin. Bi vî awayî PDK ya li ser sextekariyên di hilbijartinê kir de serxweve çû, rêze şikestinên cidî xwar. Piştî dît nikare li meydana siyasî ya Iraqê de encama ku dixwaze bidest bîne, dîsa bi arastekirina dewleta Tirk, NY û Amerîkayê kete tevgerê û vê carê berê xwe da partiyên kurd. PDK bi awayeke awarte civîneke berfireh li dar xist û di vê civînê de biryar da, ji bo vala derxistina biryara dadgeha federal a Herêma Kurdistanê PDK nikare bêyî hikûmeta navendî neftê bifiroşe’ û avakirina hikûmetê xwe nêzî YNK’ê û partiyên din ên kurd bike."
 
'YNK li pey hesabên biçûk ketiye'
 
Berîtan wiha bal kişand ser rewşa YNK'ê: "YNK ku bi şerê navxweyî û desthilatiyê hatiye parçekirin û lawaz ketiye, ji bo van hêzan pariyeke hêsane. Yên krîza serokkomariyê ji bo YNK’ê derxistin û li ser wê qumarê lîst, PDK bû yê niha xwe weke hêza çareseriyê dide nîşan jî dîsa her ew e. Lê YNK di wê astê de ye ku vê rastiyê baş tehlîl bike, biçûk difikire û li pey hesabên biçûke. Lewma heya niha wisa xuya dike, wê xwe bide bikaranîn. PDK bi dewleta Tirk gelek peymanên neftê yên ne şefaf îmzekiriye. Tirkiye nefta herêma Kurdistanê bi nirxeke gelekî erzan digire û bi nirxekî bûha hewl dide derbasê Ewropa bike. Ji ber bi şerê Ukrayna-Rûsya re krîzeke cidî ya enerjiyê dike. Tirkiye jî di krîzeke cidî ya enerjî û aboriyê de ye. Lê dadgeha federal biryareke dijî Tirkiye û PDK’ê daye. PDK jî bi israre vê biryarê pêk neyêne. Ji bo vê ji 17’ê Nîsanê ve careke din êrîşeke dagikeriyê ya berfireh li dijî Başûr dan destpêkirin."
 
'Hewl didin ku  lawaziya xwe ji holê rakin' 
 
Berîtan, diyar kir ku êrişa Tirkiye ku bi hevbeşiya PDK’ê têkirin jî xetimiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "PDK û Tirkiye nikarin wan planên dagirkeriyê yên li dijî herêmên gerîla û Başûr bixin meriyetê. Her wiha PKK jî li pêşiya çêkirina xeteke enerjiyê asteng dibînin. Hem asteng dibînin, hem jî bi şerê li dijî Tevgera Azadiyê hewl didin pêgeha xwe ya lawaz ji nûve xurt bikin. Li ser encamên ku ji şer bigirin hewl didin biçin hilbijartinê. Niha di rojeva Tirkiyeyê de û di rojeva Herêma Kurdistanê de jî hilbijartinên palamentoyê hene. AKP-MHP û PDK ev şerê li dijî PKK’ê ji bo xwe weke şerê çarenûsê dibînin. Ji ber ev her sê hêzên dijî kurd tu meşrûyeteke xwe ya civakî û piştgiriyekî nîne." 
 
'Di şerde jî xetimîne' 
 
Rojnameger Berîtan Zagros, pêjajoya berxwedanê ya li hemberî êrişan wiha anî ziman: "Berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya Tirk û PDK’ê ev hêzên dijî kurd û azadiyê xistiye nava krîzeke cidî de. Ev her du hêz ji ber PKK’ê li pêşiya dagirkeriyê û îstîsmarkirina Kurdistanê asteng dibînin, ji bo tunekirina wê seferber bûne. Lê tevî vê seferberiya dewleta Tirk û PDK’ê jî tê dîtin ku di şerde jî xetimîne. Leşkerên Tirk li herêmên gerîla derbên mezin dixwin, tevî hemû çekên modern jî nikarin serkeftinê bidest bînin. Ji ber gerîla taktîkên xwe guhertin û tecrûbe ji şerê 2021’an derxistin, hîn di şeva yekemîn a êrîşa dagirkeriyê ya 17’ê nîsanê de çarenûsa şer diyar kir û şoqeke mezin bi dewleta Tirk û PDK’ê da jiyîn. Artêşa Tirk û PDK’ya ku hebûna xwe bi encama vî şerê ve girêdane, nikarin paşve bikişin. Jixwe rojane bîlançoya şer giran dibe û heya niha gelek cenazeyên leşkerên Tirk ketine di destê gerîlayan de." 
 
'Êrişa li hemberî sivîlan nîşaneya bêhêzbûnê ye' 
 
Berîtan Zagros, bi lêv kir ku jixwe dema PDK û Dewleta Tirk li hember gerîla xetimîn, berê xwe dan sivîlan û got: "Li Mexmûr, Çemçemal, Silêmanî û Bamernê êrişê sivîlan kirin. Helbet ev ne nîşaneya bihêzbûna wane, berovajiyê wê nîşaneya binkeftina wane. Eger bihêzban wê li meydana ceng a gerîla serketiban. Di encama êrişên çend rojan de 9 kes li bajarên başûrê Kurdistanê di encama sûîkast û balafirên şer ên bêmirov de hatin qetilkirin. Li aliyê din jî PDK û dewleta Tirk çeteyên DAIŞ’ê xistin tevgerê û bi rêya wan jî komkujî pêkanîn. Hemwextê êrişên dewleta Tirk û PDK’ê, êrişên DAIŞ’ê jî li Başûr zêde bûn. Di nava du mehan de li herêma Germiyanê nêzî 30 welatî, leşkerên Iraqî û pêşmerge ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin. Ev jî dide nîşan ku plana dewleta Tirk, DAIŞ û PDK’ê ya li dijî Başûr û heta giştî kurdan hevpare. Zêdebûna êrîşên DAIŞ’ê ne mûmkîne ji vê plana hevpar a PDK’ê û dewleta Tirk qut were destgirtin."
 
'Yekitî têkûz bibe dê dagirkerî têk biçe'
 
Berîtan, destnîşan kir ku, ragihandina çapemeniya PDK’ê weke tê gotin, niha rola bernameya ‘Anadoludan Görünüm' girtiye ser xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ragihandina şerê taybet a dewleta Tirk rola ku di salên 1990’yan de dewrê ragihandina PDK’ê ya weke navenda manûpîlasyon, provakasyon û nûçeyên asparagas dixebite. Helbet niha ragihandina PDK’ê bi temamî baweriya civakê ji dest daye. Dema civak li ragihandina wan dinêre zêdetir ji wan dûr dikeve û pêşî li hêrseke mezin vedike. Heya niha jî ragihandina wan nekarîne li herêma Behdînanê civakê li dijî gerîlayan bide axaftin. Dibe kesên kirêgirtî bi awayeke nadîr derkevin biaxivin, lê ne axaftina gel bixwe dide nîşanda ku hêrsa civakê li hember PDK’ê û dagirkeriya Tirk heye. Meaşgirên PDK’ê jî tenê ji be sedemên madî PDK’yîne, lê di rastiyê de bi siyaseta wê re nîne û sibe fersendekî bibînin wê yên destpêkê li dijî PDK’ê rabin ew bin. Ji ber vê dema PDK tê gotin, bêguman behsa yên li gorî siyaseta dijminên Kurdan tevdigerin tê kirin. Yan xelkê Behdînanê bi hemû partiyên xwe ve xwedî kokeke bihêz a welatparêziyêne. Heta pêşmergeyekî PDK’ê ku ji ber sedema ewlekariyê nexwestiye navê xwe bide, dibêje fermandarên wan cih bi wan dane çêkirin, qaşo wê pêşmerge bikevinê, lê piştre hemû radestê artêşa Tirk hatiye kirin. Yan jî hinek meleyan bi rêya şantaj û pereyan rêxistin dikin, ji bo di xutbeyan de li dijî PKK’ê biaivin û agahiyên şaş belav bikin. Bi kurtî tişta ji destê PDK’ê tê texsîr nake û dewleta Tirk jî derbas kiriye. Kurd destê xwe ji PDK’ê şûştîne, ancax bi lawaz bûn an jî şikestina PDK’ê yekîtiya netewî li Kurdistanê têkûz bibe û dagirkerî têk biçe.