Dayikên Şemiyê li aqûbeta Veysel Guney pirsîn

  • 13:52 4 Hezîran 2022
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê li aqûbeta Veysel Guney ê 41 sal berê hat înfazkirin û cenazeyê wî nedan malbatê pirsîn. Di çalakiya vê heftê de wiha hat gotin: "Çend sal jî derbas bibin, em ê ji bo Veysel Guney û ji bo hemû windahiyên xwe edaletê bixwazin. Her wiha em dev ji Qada Galatasaraya bernadin."
 
Bi mebesta pirsîna aqûbeta windayan û darizandina kujerên wan, Dayikên Şemiyê her hefteyê li Qada Galatasarayê çalakî li dar dixin. Lê belê ji ber şert û mercên pandemiyê, Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya 896’emîn li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo Veysel Guney (24) ê di 10'ê hezîrana 1981'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Dîlokê hat darvekirin û cenazeyê wî nehat dayîn edalet hat xwestin.
 
Biraziyê Veysel, Dogan diyar kir ku mamê wî bêyî ku parêzer jî bigire bi awayekî derhiqûqî hatiye darizandin û got: "Min qet mamê xwe nas nekir. Ez tenê wî bi gotinên hevalên wî û ji wêneyên wî nas dikim. Em neçûn ser gora wî û me wî bi bîr neanî. Ji ber ku hêj jî cenazeyê mamê min radestî me nekirin. Niha jî sîstemeke ku ji gora mamê min ditirse heye."
 
Biraziya Dogan, anî ziman ku dayika Veysel Zeynep Guney ku Dayika Şemiyê ye bi salan li gora kurê xwe geriya û li ber xwe da û wiha bi lêv kir: "Jiyana wê têra dîtina gora kurê xwe nekir. Bi hesreta gora kurê xwe jiyana xwe ji dest da. Ev êşek wisa ye ku nayê gotin. Weke xizmên windayan em her dem bi vê xemgîniyê dijîn. Ev ne êşek e ku derbas bibe. Lê belê heta ku mamê min û kesên din ên winda bên dîtin em ê weke malbata wî têkoşîna xwe bidomînin.
 
Parêzerê dosyaya Veysel Ercan Kanar, destnîşan kir ku ji bo tola efserê ku di sala 1981'an de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da hilîne, Veysel bi rêgezên derhiqûqê hatiye darizandin û wiha axivî: "Tu eleqeya vê darizandinê bi qanûnê re tune bû. Di 5'ê sibatê de rûniştina dozê hate diyarkirin. Piştî rojekê, darizandin dest pê kir. Di 17'ê sibatê de rûniştina duyemîn hat dîtin û biryar hat dayîn. Cezayê îdamê hat dayîn. Yanî bi doza ku di mehekê de 2 danişînan pêk anî de cezayê darvekirinê lê hat birîn. Bi leza birûskê, Dadgeha Bilind a Leşkerî ew di nav du mehan de erê kir. Piştî vê biryarê Meclîsa Leşkerî biryara darvekirina wî da. Ji bo fêmkirina darbeya faşîst a 12’yê Îlonê, mirov dikare rêbaza darizandina Veysel Guney binêre."
 
Ercan, diyar kir ku Veysel 5 mehan di hucreyê de maye û rastî îşkenceyên giran hatiye û wiha bi lêv kir: "Di vê pêvajoyê de nehiştin parêzer bê girtin, malbat biçe hevdîtinê. Nehiştin name bişîne. Her wiha nameya ku tê de gotinên xwe yên dawîn ên beriya mirina xwe nivîsandibû nedan malbatê. Piştî ku xala demkî ya 15’an a ku sûcdarên 12’yê Îlonê diparêze hate betalkirin, me di sala 2011’an de hem ji bo Veysel Guney û hem jî ji bo kesên di girtîgehê de hatin windakirin serî li Serdozgeriya Komarê da. Di wê serlêdana sûc de me daxwaz kir ku kesên darbeya 12’yê Îlonê pêk anîn, fermandarên leşkerî û polîs hemû ji ber sûcên li dijî mirovahiyê, binpêkirina mafê jiyanê, îşkence û muameleya xerab û binpêkirina mafan bên darizandin. Lê Serdozgeriya Komarê giliyê me red kir. Me îtîraz kir, îtîraza me ji aliyê dadgehê ve hat redkirin. AYM'ê serlêdana me red kir.
 
Leman Yurtsever metna çapemeniyê ya vê hefteyê xwend û wiha got: "Malbat û hevalên wî ji bo dîtina gora Veysel bi sala ne têdikoşin. Di encama lêkolînan de hat hînbûn ku di sala 2006'an de di qeyda dawî ya Midûriyeta Goristanan a Gazîentabê ya di 9'ê hezîrana 1981'an de 'kesê navê wî nediyar' 'bi darvekirinê' hatiye înfazkirin û di gora bi hejmara 105341'an de hatiye definkirin. Gor bi biryara 5'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Gazîentabê hat vekirin. Mînakên hestiyên ji gorê hatin girtin şandin Saziya Tipa Edlî ya Enqereyê. Di lêkolîna nasnameyê ya ku ji aliyê Beşa Pisporiya Biyolojiyê ve hat kirin de, rapor hat amadekirin ku di navbera mînakan de bi dayik Zeynep û bav Alî Guney re têkiliya xwînê çênebûye. Di nav raya giştî û Malbata Guney de gumanên kûr çêbûn ka ev rapor rastiyê nîşan dide an mînakên ji Tiba Edlî re hatine şandin rast in."
 
Leman, diyar kir ku windakirina cenazeyê Guney sûcê mirovahiyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: got, "Çend sal jî derbas bibin, em ê ji bo Veysel Guney û ji bo hemû windahiyên xwe edaletê bixwazin. Em ê dev ji Qada Galatasaraya ku cihê hevdîtina me ya windayan e ku 198 hefte ne bi awayekî derqanûnî li me hatiye girtin, bernadin."