36 kes hatin binçavkirin: Biryara bisînorkirinê danîn ser dosyayê

  • 11:57 4 Hezîran 2022
  • Rojane
TEKÎRDAG - Duh li 11 bajaran polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtinan de 36 kes hatin binçavkirin. Her wiha biryara bisînorkirinê danîn ser dosyaya binçavkiriyan. 
 
Polîsan duh di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê de li 11 bajaran bi ser gelek malan de girtin. Hat zanîn ku di çarçoveya lêpirsînê de ji bo 41 kesan biryara binçavkirinê hatiye dayîn û polîsan her wiha bi ser Navenda Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a li Beyoglu ya Stenbolê de jî girtin. 
 
Rêveberên navçe û navendan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin û li Midûriyeta Emniyetê ya Tekîrdagê tên ragirtin. Li gorî agahiyên ku parêzeran dane, biryara bisînorkirinê danîne ser dosyaya binçavkiriyan. 
 
Li gorî agahiyên ji parêzeran, heta niha 36 kes hatine binçavkirin û anîne Tekîrdagê. Lê belê parêzeran da zanîn ku kesên li bajarên din hatine binçavkirin jî dê bînin Tekîrdagê. Parêzeran got ku ji ber biryara bisînorkirinê, nikarin li naveroka dosyayê binêrin û binçavkirinên heyî weke opearsyona “HDK’ê” pênase kirin. 
  
Parêzeran daxuyand ku lêpirsîn di çarçoveya sala 2022’yan de hatiye destpêkirin û gelemperiya kesên hatine binçavkirin jî rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan, muhesîb, sekreter, endamên Egîtîm Sen û DÎSK’ê, bijîşk, parêzer û mamoste ne. Hat ragihandin ku gelemperiya kesên hatine binçavkirin bi ser temenê 50-60’î de ne û siyasetmedar in. Parêzeran, bi lêv kir ku li gorî texmîna wan, dosyaya lêpirsînê ji çalakiyên kesên li bajêr û dîrokên cuda de siyaseta legal meşandin hatiye berhevkirin. 
  
Bi domdarî parêzeran anî ziman ku gelemperiya kesên hatine binçavkirin nexweş in û ji wan re hatiye gotin ku nexweşê penceşêrê Adnan Cevaş jî dema li nexweşxaneyê tedawiya kemoterapiyê didît hatiye binçavkirin. 
  
Parêzeran, diyar kir ku yek ji binçavkiriyan jî Sadî Ozdemîr e ku hem nexweşiya dil pê re heye û hem jî ji sedî 98 astengdar e û rapora wî heye. Parêzeran, da zanîn ku Sadî di demekî kin berê de emeliyeta dil derbas kiriye û dibe ku hewcehiya wî bi tupê oksîjenê hebe. Di berdewamê de parêzeran got ku ev rewş tevî rapora wî radestî dozgeriyê kirine lê hêj bersivek jê re nehatiye dayîn. 
  
Parêzeran anî ziman ku operasyona hatiye kirin derhiqûqî ye, kesên hatine binçavkirin di nava siyaseta legal de ne, cih û navnîşanên wan diyar in û polîsan dikariyan li ser telefonê jî biryar jê re bigotina.