'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 453 roj in didome

  • 11:43 4 Hezîran 2022
  • Rojane
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 453 roj in didome. Malbatê di çalakiya îro de jî banga pêkanîna edaletê kir. 
 
Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Bi mebesta girtin û darizandina kujeran, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 453’yan de berdewam kir. Malbata Şenyaşar ji ber ku dawiya hefteyê çalakiya xwe li malê li dar xistin. 
 
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: "Di serî de ji bo kurê xwe yê girtî û ji bo hemû kesên ku bêhiqûqî bi sala ne girtî ne, em edaletê dixwazin. Em daxwaza xwe ya pêkanîna edaletê bidomînin. Dê di bîra me de qesrên ku edalet têde tuneye bimîne. Enqere guh bide dengê me!"