Hevdîtina Jinên Zenobia yeksaliya xwe pîroz kir

  • 10:27 4 Hezîran 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevdîtina Jinên Zenobia salvegera yekemîn bi çalakiyan pîroz kir. 
 
Hevdîtina Jinên Zenobia di 1'ê Hezîrana 2021'ê de li Reqa, Minbic, Tebqa û Dêrezorê bi giştî li çar  herêman hat damezrandin û dest bi xebatê kir. Berdevka Hevdîtina Jinên Zenobia Khoud Al-Ali di axaftina xwe ya pîrozbahiyê de got: "Bi têkoşîna jinan li Reqa, Minbic, Tebqa û Dêrezorê ji bo xizmetkirina jinan me Hevdîtina Jinên Zenobia damezrand. Armanca me ew e ku em li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê û li tevahî cîhanê jinan beşdarî têkoşîna azadiyê bikin û Hevdîtina Jinên Zenobia berfireh bikin."
 
Berdevka Hevdîtina Jinên Zenobia  ya Dêrezorê Meryam Al-Saghir jî wiha axifî: "Bi serkeftinên ku me di nav salekê de bi dest xistine em serbilind in. Me di nav salekê de dengê jinan bilind kir. Bi qasî ku ji destê me hat me rastiya jinê ya li Dêrezorê xwest biguherîne."
 
'Em bi hêvî ne ku jinên li heremên dagirkirî bigihin azadiya xwe'
 
Hevseroka Komîteya Perwerdeyê ya li Reqa Zulaika Abdî jî bi gotina "Damezrandina Hevdîtina Jinên Zenobia berhemê têkoşîna jinên li heremên ku ji destê DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin e" bal kişand ku ew beşdarî Rêveberiya Xweser bûne û got: "Em hêvî dikin ku ev rêxistinbûna ku xizmeta jinan dike bigihêje tevahî jinan û em bi hêvî ne ku jinên li heremên dagirkirî bigihin azadiya xwe."