Li Cizîrê agahî ji du zarokan nayê girtin

  • 10:15 4 Hezîran 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîrê ji du zarokên herî dawî li ber Çemê Dîcleyê xuya kirin ji do ve ye agahî nayê girtin. 
 
Zarokên bi navên A.N. (13) û Î.P. (11) li Cizîr a Şirnexê herî dawî duh li ber qeraxê Çemê Dîcleyê hatin dîtin û tu agahî jê nayên girtin. Ji bo dîtina zarokan di Çemê Dîcleyê de xebatên lêgerînê dest pê kirin. Hat zanîn ku pêlavên zarokan li qeraxê çem hatine dîtin. Malbat, li benda dîtina zarokên xwe ne.