Sevda Erdan a CHP’yî: Erdogan siyasetê li ser jinan dike

  • 09:07 4 Hezîran 2022
  • Rojane
ENQERE -Tayyîp Erdogan ji bo jinên tevli Berxwedana Gezî bibûn heqereta "surtik (pîsa kuça)" kiribû. Parlamentera CHP’ê ya Îzmîrê  Sevda Erdan Kiliç jî  got: “Erdogan ê ku li ser bedena jinê siyasetê dike, zimanê ku bi kar tîne her tim gihiştiye heqeretê. Ev peywira min e, ez ê gilî bikim. Serokomarê ku tengav bûye û nikare dewletê bi rêvebibe, ji bo cihê xwe biparêze gihiştiye nokteya ku her cureyê sûc dike.”
 
Bûyerên Gezî di 27’ê Gulana 2013’an de dest pê kirin û li gelek deverên welat belav bûn. Bi armanca piştgirî dane berxwedanê di nav de Mucella Yapici, Çîgdem Toker û Osman Kavala jî heye, li 16 kesî ceza hat birîn. Bi hezaran kesên li dijî ceza daketin kolanan dîsa bûn hedefa AKP’ê. Serokomarê AKP’î di rojên borî de jinên tevli protestoyan bûne nîşan da û heqeret kir û ji jinan re got, "Surtuk." Partiyên siyasî der barê Erdogan de serlêdana sûc kirin. Bertekên jinan jî didomin.
 
Parlamentera CHP’ê Sevda Erdan Kiliç der barê mijarê de nirxandin kir.
 
‘Erdogan siyaseta xwe li ser jinan dike’
 
Sevdayê da zanîn ku Berxwedana Gezî ya 9 sal berê hatiye kirin berxwedana herî mafdar, herî aştiyane ya li ser vê axê hatiye kirinê ye û mirovan bi yek dengî ji rêveberên vî welatî re gotine ‘êdî bes e’ û bi vî awayî hewl dane dengê xwe bidin bihistin. Sevdayê wiha dirêjî dayê: “Ev têkoşîneke rumetê ya ku heta dawî ez bi mafdariya wê bawer im û ez jî li wir bûm. Ev têkoşîneke rumetê bû.  Kî dibêje çi bila bêje em bi vê berxwedanê serbilindin. Welatê me nayê rêvebirin. Ji aboriyê bigirin heta darazê her tişt têk çûye. Ji ber israra di polîtîkayên şaş de dest davêjin çi her tiştî qirêj dikin û di destê wan de dimîne. Bêguman ev jî fikar û tirsê bi destilatdariyê re diafirîne û eyarên wan roj bi roj xera dibe. Roj bi roj doza heqeret, zilm û zextê jî zêde dibe. Serokomar Erdogan siyasetê li ser jinan dike û zimanê bi kar tîne jî gihiştiye nokteya heqeretê. Ji bo wî cihê jinên ku mafên xwe dixwazin, hewcedarê kesî nabin, li ser lingên xwe disekinin, ligel wî tune. Serokomar ku divê welat li ser piyan bigire, ev gotina wî şerma herî mezine. Belkî wî ji vê gotina xwe şerm nekir, lê me li şûna wî şerm kir.”
 
‘Gelo poşmaniya mirinê dibe?’
 
Sevdayê destnîşan kir ku her tim digotin jin li Tirkiyeyê di plana dawî de ne lê di dema AKP’ê de jin ne di plana duyem de ne jî û wiha pê de çû: “Jin bi giştî tune tên hesibandin. Vê pirsgirêkê bandor li ser hemû aliyên civakê kiriye û her diçe zêde dibe. Her roj tacîz, tecawiz, heqeret û kuştinên jinan pêk tên. Em gelek bi hêrsin.  Kuştinên jinan polîtîkin. Desthilatdariyê ev gotin di jiyana me de bi cih kir. Kuştinên jinan rewa dikin û ji bo kujeran ji rewşa baş ceza dadixin. Gelo poşmaniya mirinê dibe?”
 
‘Min ev ji xwe re kir peywir’
 
Sevdayê da zanîn ku wek kesek ku di berxwedana Gezî de cih girtiye, wê der barê Tayyîp Erdogan ku di şexsê mîlyonan de heqeret li jinan kiriye de wê serlêdana sûc bike û got: “Min ev ji xwe re kir peywir. Daraz îro ne serbixwe be jî wê rojekê edelet pêk bê. Îro dadger ji ber tirsa guherîna cih û ji ber zextan nikarin dengê xwe bikin. Ger em demokrasiyê bînin vî welatî wê her kes bîhneke rehet bigire.  Serokomar ji bo cihê xwe biparêze hatiye asta ku her cureyê sûc dike.  Li welatekî ku biryarên DMME û DDB’ê nayên nasîn, encamên gotinên ku tên gotin jî ne xema wan e.”
 
‘Me serî netewand em natewînin’
 
Sevdayê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku wan tu car li dijî taritiyê serî netewandine û wê netewînin û wiha dawî lê anî: “Ew dibêjin qey wê bi van dozan, êrîşan, dijûn, heqeret û tehdîdan me biçewisînin. Keremkin werin qadan. Duh jî nikaribûn biçewisînin wê îro jî nikaribin biçewisînin. Em ê bêrawestan têkoşîna xwe bidomînin. Ji bîr nekin jiyan berxwedan e.”