Li gelek bajaran operasyona qirkirina siyasî: Gelek kes hatin binçavkirin

  • 13:17 3 Hezîran 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên herêmê serê sibêhê polîsan bi ser malan de girt. Gelek kes hatin binçavkirin.  
 
Polîsan serê sibê bi ser Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û GOÇÎZDER’ê de girtin, di çarçoveya lêpirsîna ku ji hela Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê daye destpêkirin gelek siyasetmedar û endamên komeleyê hatin binçavkirin. Her wiha li bajarên herêmê jî operasyona qirkirina siyasî pêk hat û gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Wan
 
Di serdegirtinên Wanê de Behiye Kamaç, Mehmet Salîh Demîr, Omer Işik, Behîce Abî, Hevşaredarê Tûşbayê Yilmaz Berkî ku ji ber KHK'yî bû mazbata wî dan namzetê AKP'î, Şahîn Aydemîr, Sûat Ozbek û Siddik Abî hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku dibe hejmara kesên hatin binçavkirin zêde bibe. 
 
Çewlîk
 
Hevseroka HDP’a Çewligê ya Berê Saadet Firat jî di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Çewligê ve hatiye destpêkirin de hate binçavkirin. Hate hînbûn ku Firat a nexweşa penceşêrê ye li gundê Îbrahîman hatiye binçavkirin û niha li Miduriyeta Polîsa a Çewligê tê ragirtin. 
 
Mêrdîn 
 
Li navçeya Nîsebîna Mêrdînê polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girt gelek kesî binçav kir.