Li Êlihê hejmara binçavkiriyan derket 19’an

  • 12:51 3 Hezîran 2022
  • Rojane
 
ÊLIH - Hejmara jinên li Êlihê bi serdegirtina malan de hatin binçavkirin derket 19'an.
 
Serdozgeriya Komarê ya Êlihê di lêpirsîna bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” daye destpêkirin de derbarê 20 jinan de biryara binçavkirinê da. Tevî biryarê polîsan li navend û gelek navçeyên Êlihê bi ser malan de girtin û gelek siyasetmedar û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de 16 jin binçav kirin. 
 
Di çarçoveya heman lêpirsînê de duh jî li Amed û Îdirê jin hatin binçavkirin. Aktivîstên TJA’yê Hacîre Tanirgan û Leyla Bayram li Amedê hatin binçavkirin. Her du jin anîn Miduriyeta Polîsan a Êlihê. 
 
Di heman lêpirsinê de îro serê sibê jî Şirvan Goçer li Amedê hat binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyete ya Êlihê.
 
Hejmara jinên ku di çarçoveya lêpirsînê de hatin binçavkirin derket 19’an.