Şadî Newzad: Ji bo çareseriyê parlamento lewaz e

  • 12:26 3 Hezîran 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê sedema kuştina û xwekuştina jinan de parlementer Şadî Newzad, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka jinan heta niha planek û karek baş nehatiye kirin, parlamento di vê mijarê de lewaz e.
 
Rêjeya kuştin û xwekuştina jinan a li Herêma Kurdistanê di astek metirsîdar de ye. Rojane nuçeyên kuştin û xwekuştinê tên bihîstin. Endama Lijneya Karubarên Civakî û Parastina Mafê Mirov û Jinan a li Parlementoya Herêma Kurdistanê Şadî Newzad derbarê mijarê de ji Rojnews re axivî.
 
Li gorî Şadî Newzad sedemek diyar ya zêdebûan tûndûtujiya dijî jinan nîne, dikarîn bêjîn gelek sedem hene û wiha axivî: “Li Herêma Kurdistanê bi planeke rêk û pêk, ji bo pêşîgirtinê kar li ser tundûtujî, kuştin û xwe kuştina jinan nehatiye kirin. Karê hatî kirin jî tenê yek alî bûye û di çarçoveyek cûda de hatiye kirin.”
 
Şadî balkişand li ser yasayên ku bi taybet parastina mafê jinan dike û got: “Yasayek bi vî awayî taybet nîne û di çarçoveyên yasayên din de qala jinê tê kirin. Li Herêma Kurdistanê pirsgirêka bicih anîna yasayan heye. Eger tenê pirsgirêka yasayan hebe, bi hêsanî bi pêngavan dikare were sererast kirin. Parlemento dikare destkarî li her yasayekê bike, li gorî min li hemberî vê rewşê parlamento lewaze.”
 
Li gorî rêjeyên hatî ragihandin ku ji serê sala 2022’yan ve li deverên cuda yên Herêma Kurdistanê 26 jin bi şêweyên cuda cuda hatine kuştin. Ev yek li gorî rêjeya sala 2021’an ya Rêveberiya Têkoşîna li dijî Tunditijî û şideta li ser jinan û xêzanê zêde bûye. Tenê di 12 mehên sala 2021’an de 24 jin hatibûn kuştin.