Rûniştina Pero Dundar hat taloqkirin

  • 15:11 2 Hezîran 2022
  • Rojane
AMED - Rûniştina doza Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar a bi îdiaya "Avakirin û birêvebirina rêxistinê" hatibû vekirin, hat taloqkirin. 
 
Çaremîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di sala 2016’an de bi îdiaya “Avakirin û birêvebirina rêxistinê”, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Pero Dundar jî di nav de derheqê 27 siyasetmedarên kurd de doz vekiribû. 17’emîn rûniştina dozê îro hate dîtin. Dosyaya bersûcên ku di demên berê de ji bo wan biryara girtinê hatibû dayîn, ji dozê hatin cudakirin. Pero tev li rûniştinê nebû lê parêzerê wê Mehmet Oner di rûniştinê de amade bû. 
 
Di rûniştinê de dozger xwest ku aqûbeta doza li Enqereyê ya derheqê Pero de hatiye vekirin bê pirsîn û heke di navbera her du dozan de pêwendiyek hebe jî bila bila bibin yek doz. 
 
Parêzerê Pero, Mehmet Onder jî xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin. 
 
Dadgehê biryar da ku aqûbeta doza derheqê Pero de li Enqereyê hatiye vekirin bê pirsîn û kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin. Şandeyê, danişîna dozê taloqî 13’ê cotmehê kir.