Nobeda Edaletê di roja 69'an de ye

  • 15:09 2 Hezîran 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Xizmên girtiyan di roja 69'emîn a roja Nobeda Edaletê ya li ber Edliyeya Bayrakliyê dewam dike, hatin gel hevdu û xwestin girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan. 
 
Nobeda Edaletê ya ku xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine betalkirin bên berdan dabûn destpêkirin di roja 69'an de didome. Rêxistina HDP'ê ya Menemenê çû serdana Nobeda Edaletê. 
 
Hevjîna Abdulbahri Yildirim ê di Girtîgeha Hejmara T-2 ya Şakranê, Hanim Yildirim diyar kir ku dema ew çûye serdana girtiyê xwe û silav daye girtiyên din bi gefxwarina gardiyanan rû bi rû maye. Gardiyana gotiye:"Ger hûn silav bidin em ê derbarê we de girtekê bigirin." Hanimê da zanîn rewşa girtiyan xirab in û dermanên wan jî nadin û got em tenê dikarin 10 deqeyan bi girtiyên xwe biaxivin. Hanimê got divê hemû girtî bên tedawîkirin.
 
Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Menemenê Ekrem Karakoç da zanîn divê tedawiya girtiyên nexweş bên kirin û daxwaz kir ku bên berdan. 
 
Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.