Xizmên girtiyan li ber Edliyeya Amedê daxuyanî dan

  • 15:05 2 Hezîran 2022
  • Rojane
 
AMED - Xizmên girtiyan li Amedê ji bo girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin li ber Edliyeya Amedê daxuyanî dan. 
 
"Nobeda Edaletê" ya malbatên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan îro jî li ber Edliyeya Amedê berdewam kir. Ji bo ku piştgiriyê bidin çalakiya malbatan a îro, rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên bajar û navçeyan, rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk ên bajênr û navçeyan, Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariyê a bi Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re (TUAY - DER), endamên Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Şoreşeger (DÎSK),  endamên Yekitiya Endezyar û Avahîsazan (TMMOB), Odeya Tabîban a Amedê , endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek welatî tevli çalakiyê bûn.   
 
'7 meh in em li mafê zarokên xwe digerin'
 
Ji xizma girtiyan Nazîme Boltan di nobedê de axivî, bal kişand ser rewşa girtiyan û wiha got, "Ji bo ku daxwazên me bên bicihanîn 7 meh in em em nobedê digirin. 7 meh in em tên li vir doza mafên zarokên xwe dikin. Em gelek tişt naxwazin. Em naxwazin ku înfaza zarokên me bê şewitandin. Em dixwazin zarokên me bên dermankirin. Ger ku wê zarokên me derman nekin bila berdin em dikarin wan derman bikin.
 
'Hemû kesên bi wicdan  bila xwedî li çalakiya me ya sibe derkevin'
 
Piştre yek ji xizma girtiyan Herdem mervanî axivî û got, "Em wekî malbatên girtiyan  naxwazin ku xizmên me di girtîgehan de jiyana xwe ji dest bidin. 7 meh in em li vir bang dikin ku cîhan dengê me bibihîze. Em ji bo mafên girtiyan li vir in." Herdemê bal kişand ser çalakiya ku wê sibe di roja 200'emîn de li Parka Koşuyoluyê li dar bixin û got, "Em ê sibe bi minasebeta roja 200'emîn a çalakiya xwe saet di 18'an de li Parka Koşuyoluyê daxuyaniyê bidin û em bang li her kesê xwedî wicdan dikin ku tevli çalakiyê bibin. "
 
Çalakî bi dirûşmên, "Heq, hiqûq, edalet" û "Bijî berxwedana zindanan bi dawî bû."