Ji jinên binçavkirî 5 jê ji ber xwarinê jehrî bûn

  • 14:57 2 Hezîran 2022
  • Rojane
ÊLIH - Ji 18 jinên li Êlihê di encama serdegirtina malan de hatin binçavkirin 5 jê ji ber xwarinê jehrî bûn. 
 
Di encama serdegirtina malan a di 31’ê gulanê ya li Êlihê de 18 jin hatibûn binçavkirin. Hat zanîn ku ji jinên binçavkirî 5 jê ji ber xwarinê jehrî bûne. Li gorî agahiyên parêzeran dayîn, ji 18 jinên hatine binçavkirin 5 jê şevê din ji ber xwarinê jehrî bûne û rakirine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê. 
 
Hat zanîn ku piştî tedawiya li nexweşxaneyê, dîsa li Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê hatine vegerandin.