Êriş li dijî Zirganê hat kirin: Zarokek birîndar bû
- 11:31 2 Hezîran 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi êrişên dewleta tirk ên li ser Zirganê zarokek birîndar bû.
Bi bombebarana Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên girêdayî wê, li gundê Um Mihermelê yê Navçeya Zirganê ya Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, zarokekî 14 salî birîndar bû. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ji ber rewşa zarokê bi navê Mihemed Yûsif giran e, ew ji Nexweşxaneya Şehît Xebat a li Dirbesiyê, sewqî Nexweşxaneya Sarya ya li Hesekê kirine.