ROJEVA 02'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN

  • 09:00 2 Hezîran 2022
  • Rojev
* Seroka EUDCC û ji zanîngeha Bergen Prof. Karîane Westreheîm ku wê jî îmze avêtibû nameya vekirî ya ji NY’ê re hatiye şandin wiha vegot: “Ne pêkane Tirkiye li dijî îradeya azadiya Gelê Kurd têbikoşe. Yekane çarserî avakirina maseya muzakereyê bê avakirin. Ger Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tevli nebe jî çareseriyek wisa ne pêkane.”
 
*Têkildarî girîngî û pêşketina jinê ya di Wêjeya Kurdî de nivîskar Evîn Teyfor wiha got: "Em niha dinêrin jinê parastina zimanê xwe kiriye. Ruxmî ewqas zehmetî jî dîsa sînor li pêşiya xwe danenîne. Negotine em nikarin li berxwe bidin. Jin niha dikare xwe bigihêjin armanca xwe û  bi azadî xwe pêş ve bibe. Weke gotineke zanyarekî, xwendin nebe kes naçe pêş, ava dibe pir derd û êş. Ez hêvîdar im çanda xwendinê di nava civakê de pêş bikeve. Bi rêya xwendin û wêjeyê mirov pêş dikeve." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Efrînî yên bi zorê hatin koçkirin û niha li bajaroka Til Rifatê êrîşên dewleta tirk li ser wan dewam dikin wiha gotin: " Dewleta tirk navenda tendirustiyê ya ku nêzî qada bazarê hedef girt. Dixwaze bi van êrîşan, her tim sivîlan bitirsîne lê em tu car natirsin. Em dixwazin ku dewletên navneteweyî dev ji bêdengiya xwe berdin û zextê li ser Tirkiyeyê bikin ku êrîş bên rawestandin û dewleta tirk ji axa me derkeve." DÎMEN HEYE
 
*Li gundê Şîşemzînan jinan bi awayekî kolektîf ji niha de dest bi amadekariyên zivistanê kirin û wiha gotin: “Her tişt biha dibe. Bi van zeman re ji rûnê xwe heta ardê xwe her tiştî em bixwe çêdikin." BI DÎMEN 
 
*Ji Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan a Cizîrê Evîn Cûma, destnîşan kir ku divê Tirkiye ji hêla sûcên şer de li dadgehên navneteweyî were darizandin û wiha got: "Bikaranîna çekên kimyewî sûcê şer e û hem li dijî mirovan hem jî li dijî xwezayê gelek texrîbatên mezin pêk tîne. Pêwîst e dewletên navneteweyî rê nedin ku ew çek werin bikaranîn û Tirkiye ji hêla binpêkirina mafên mirovan û yê şer hesab bide."BI DÎMEN 
 
*Hevseroka Komeleya Çand û Civakî ya Newrozê Henan Osman, bal kişand ser êrişên Dewleta Tirk û got: “Siyaseta Dewleta Tirk ji bo tevahiya gelên Rojhîlata Navîn xetereyek mezin e. Di konferansa Kurd-Ereb de hate destnîşan kirin ku divê ew siyaseta Dewleta Tirk a dagirker were deşifre kirin” BI DÎMEN