Jinan qedexeyên zayendperest şermezar kirin

  • 20:54 1 Hezîran 2022
  • Rojane
 
AMED - Koma Duçerxê ya Jinên Amedê bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" li dijî astengiyên zayendperest ên li ser jinan tên meşandin duçerx ajotin û li perqa Newrozê yoga kirin. 
 
Li Eskîşehîrê gilîyê jinên ku di perqê de yoga dikirin li Cîmerê hate kirin. Li ser gilîyê jin hatin astengkirin. Li ser astengiyê Koma Jinên Duçerxê ya Amedê bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" û "Em ê duçerxê jî bajon û em ê yogayê jî bikin" çalakiya duçerxê û yogayê pêk anîn. 
 
Jinên komê bi awayekî girseyî li ser rêya Rihayê kom bûn, duçerx ajotin û herî dawî ber bi perqa Newrozê ya li Rezana Amedê  civiyan. Jinan li perqê yoga jî kirin.