Xizmên windayan li Bismîlê daxuyanî da: Berpirs divê bên darizandin

  • 16:08 1 Hezîran 2022
  • Rojane
 
AMED - Derbarê îdiayên ku di bin Qereqola Bismîlê de hestiyên aîdê mirovan hatiye dîtin de, xizmên windayan li heman kolanê daxuyaniyek da û gotin: "Hûn carek din nikarin wan windabikin. Em daxwaza testa DNA yê dikin. Em banga xwedî li derketinê dikin."
 
Di nîsana 2021'ê de Qereqola Polîsan a Bismîlê hat hilweşandin û vê demê hat îdiakirin ku hestiyên ku aidê mirovan hatiye dîtin û piştre ev hestî hatine binaxkirin. Derbarê mijarê de Komeleya Yekîtî û Çandê ya Piştevaniya Malbatên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) li heman kolanê daxuyaniyek da. Malbatên windayan, rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endamên MEBYA-DER û welatî tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
'Divê berpis bên darizandin' 
 
Di destpêkê de ji xizmên windayan Atîla Yenîsoy axivî û got: "Di salên 90'î de gelek nîştecîhên van herêman bi destê dewletê hatin qetilkirin an jî hatin wendakirin. Di nava van windayan de nîştecîhên Bismilê ên bi navê Uzehir Kurt, Mehdî Olmaz û birayê min Turgut Yenîsoy e.  Ev kes bi destê cendirmeyên vir ve hatin birîn û ji wir şonde me wan ne dît. Beriya bibin jî bi caran hatin binçavkirin, gef li wan hate xwarin. Hemû rayedarên dewletê ji vê bûyerê berpirsin û divê  bên darizandin." 
 
'Em tenê hestiyên xwe dixwazin' 
 
Atîla, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser hestiyên ku hatine dîtin û wiha axivî: "Çend roj beriya niha hestiyê çend kesan di bin qereqolê de derketin. Em bi hêvîne ku hestiyên nasên me bin. Lewra bi awayek veşartî hatin nixumandin. Hûn careke din nikarin wan winda bikin. Divê testa DNA yê pêk were. Li dijî nixumandinê em ketin nava hewldanan û em dev jî lêgerîn û lêpirsîna xwe bernadin. Ji bo em bêdeng bibin tazmînatê dixwazin bidin me. Em ne perê û ne jî karmendiya dewletê qebûl dikin. Bila hestiyên me bidin me û sûcdaran ceza bikin. Em tenê vê yekê dixwazin."
 
'Bila bêdeng nemînin' 
 
Yek jî xizmên windayan Uzehîr Kurt, Mustafa Kurt axivî û got: "Li gorî agahiyên ku me girtine cenazeyê 3 kesan hatiye dîtin. Piştî parlementerên HDP ê vê bûyerê birin meclîsê şunde xebatên kolanê hatin rawestandin. Wan hestiyan nixumandin, lewra bi salane em li hestiyên xwe digerin. Dibe ku ne nasê  me bin jî. Lê li van herêman bi hezaran winda hene. Dibe ku yê malbatek din be jî. Ji ber vê jî pêwîste herkes xwedî li me derkeve û li hemberî mijarê bêdeng nemînin. Divê em destûra windakirina van hestiyan nedin."