Yekitî û xebatkarên tenduristiyê: Divê komîteyên tenduristiyê bişînin Îmraliyê

  • 15:45 1 Hezîran 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitî û xebatkarên tenduristiyê derbarê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyaniyek da û bang li CPT'ê kirin û gotin: "Em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku rêxistinên tenduristiyê û komîteyên tenduristiyê bişînin Girtîgeha Îmraliyê."
 
Yekitî û xebatkarên tenduristiyê tevî Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê têkildarî rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. Berpirsê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomatîk a Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Silêman Ehmed daxuyanî bi zimanê erebî xwend û bi zimanê kurdî jî hevseroka Komîteya Tenduristiyê ya Qamişlo Rojîn Ehmed li pêşiya Nexweşxaneya Dil û Çav xwend.
 
Daxuyaniyê wiha ye:
 
"Em bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî yên ku di warê mirovahî û mafên mirovan de dixebitin, dikin ku erka xwe ya li hember birêz Abdullah Ocalan pêk bînin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku dawî li tecrîdê bîne.
 
Rêber Abdullah Ocalan zêdetirî 23 sal in di bin şert û mercên tenduristiyê yên xerab de li girtîgeha Îmraliyê ye, ji ber vê yekê em ji Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) daxwaz dikin ku bi lez destwerdanê bike û bi zexta li ser dewleta Tirk û saziyên navneteweyî yên têkildar erka xwe bi cih bîne û rê bide saziyên tenduristiyê ku komîteyên tenduristiyê ji bo kontrolkirina rewşa tenduristî ya rêber Ocalan bişînin. Her wiha destûr bidin parêzer û malbata wî jî ku serdana rêber Ocalan bikin, ku temenê wî 73 sal derbas kiriye û di bin şert û mercên ne guncaw ên jîngehê û tenduristiyê di hucreya yekkesî de tê ragirtin.
 
Rêber Ocalan qasidê aştî û biratiya gelan e, ji ber ku ew xwedî însiyatîfa avakirina aştiyê li herêmê ye. Em xebatkarên tenduristiyê ji bo rewşa tenduristiyê ya birêz Abdullah Ocalan bibînin, amade ne ku şandeya tenduristiyê bişînin Girava Îmraliyê.
 
Her wiha em kiryarên dijmirovahî yên li hemberî Rêberê xwe şermezar dikin.”