Leşker bi hinceta ewlehiyê çûyîna zozanan asteng dikin

  • 14:37 1 Hezîran 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Leşkeran li navçeya Elkê bi hinceta “ewlehiyê” çûyîna Zozanên Meydana Kolya asteng kirin. 
 
Zozanên Meydana Kolya yên li navçeya Elkê ya Şirnexê ne li şêniyên herêmê hatin astengkirin.  Kesên ku xwestin biçin Zozanên Meydana Kolya yên li quntara Çiyayê Kato Jîrka yê li navçeyê ne, ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin. Leşkeran bi hinceta “Ewlehiya baregehên leşkerî” çûyîna zozanên ku di nav herêmên qedexekirî ku ji aliyê Walitiya Şirnexê ve hatine ragihandin de cih nagirin û gel bi destûra Fermandariya Cendermeyan a Navçeyê diçe, asteng kirin.