Meşa ciwanan a li Yewnanistanê di roja dawîn de didome

  • 14:34 1 Hezîran 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Yewnanistanê TCŞ û TekoJIN’ê li hemberî êrişan Meşa Dirêj dabû destpêkirin. Meşa Dirêj di roja dawîn de didome.
 
Li Yewnanistanê TCŞ û TekoJIN’ê li hemberî êrişên Dewleta Tirk û îxaneta PDK’ê Meşa Dirêj dabû destpêkirin. Meşa Dirêj di roja sêyemîn de didome.
 
Li Kampa Lavrîoyê bi tevlîbûna sedan kesan meşa ji bo sê rojan hatibû destpêkirin. Çalakvan duh gihiştin Marco Poûloyê û di destê sibehê de jî meşiyan Atînayê.
 
Çalakvan bi pankartên 'Li dijî xiyanet û dagirkeriyê, werin cenga azadiyê', 'Defend Kurdistan’ û bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alayên PKK’ê meşa xwe didomînin.
 
Çalakvan wê li pêşiya Akademiya Atînayê werin pêşwazîkirin û wê piştre li pêşiya Konsolosxaneya Tirk daxuyaniyê bidin û ev çalakî wê biqede.
 
Êvarî jî wê di çarçoveya Pêngava 1’ê Hezîranê de li kampa Lavrîtoyê şahiyek girseyî were lidarxistin.