Meşa dirêj a li Swîsreyê di roja dawîn de ye

  • 14:28 1 Hezîran 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer di çarçoveya pêngava "Werin cenga azadiyê" li Swîsreyê jî meşeke dirêj hatibû destpêkirin. Meşa îro li Schuptenê dest pê kir û wê li Zollîkofena Bernê biqede.
 
Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer di çarçoveya pêngava "Werin cenga azadiyê" li Swîsreyê jî meşeke dirêj hatibû destpêkirin. Meşa îro li Schuptenê dest pê kir û wê li Zollîkofena Bernê biqede.
 
Ciwan duh jî ji bajaroka Bîelê meşiyabûn bajarê Lyssê û nîvrokê semînerek hatibû dayîn. Piştî navberê li ser navê CDK-S’ê siyasetmedar Metîn Mîntaş semînerek dabû. Serokê sendîkaya Bîel FAU Jonny Rûmpt ê ku tevlî meşê bû, got “Em jî îro nîşan didin ku em bi Gelê Kurd re ne. Tirkiye şantajê li NATO’yê dike û dixwaze êrişî Rojava bike. Divê em van êrişên Tirkiyeyê teşhîr û şermezar bikin.”
 
Meşvan ji bo roja 3’yemîn a meşê li bajaroka Schuptenê kom bûn, bi alayên PKK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşê kirin. Meşvan bi sloganan dimeşin û nîvrokî jî semîran li dar dixin. Wê çalakî li Zollîkofenê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bibe.