Li Şirnexê kesên hatin binçavkirin serbest berdan

  • 14:23 1 Hezîran 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - 5 kesên ku li Şirnexê di daxuyaniya şermezarkirina Doza Kobanê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
 
Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Şirnexê û navçeyên wê duh li Şirnexê xwestin ku li Qada Cumhuriyetê derbarê Doza Kobanê de daxuyaniyê bidin lê polîsan mudexile kiribû û Hevserokê HDP’a Navçeya Navendî Kamûran Demîr, Hevseroka HDP’a Qilebanê Zîlan Yaman, Hevseroka HDP’a bajarokê Dêrgûlê Zozan Denîz, rêveberê HDP’ê yê Sîlopyayê Tuncay Înal û welatiyê bi navê Dûrsûn Çakir binçav kiribûn. 5 kesên ku hatibûn binçavkirin îro piştî îfadeyê wan a li dozgeriyê hatin berdan.