Dê di 12'yê hezîranê de bimeşîn Gemlikê

  • 14:23 1 Hezîran 2022
  • Rojane
 
STENBOL - TJA, KCD, HDK, MED TÛHAD-FED, HDP û DBP, bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku wê li dijî tecrîda Îmraliyê di 12’yê hezîranê de bi dirûşma "Li hemberî siyaseta tecrîdê, ji bo parastina azadiyê em dimeşin Gemlîkê" bimeşin Gemlîkê û ji bo meşê bang kirin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongereya Gel a Demokratîk (HDK), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Partiya Herêmên Demokrat (DBP), Partiya Demokrat a Gelan (HDP) bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku wê li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekê li dar bixin. Wê meş di 12’yê hezîranê de bi dirûşma "Li hemberî siyaseta tecrîdê, ji bo parastina azadiyê em dimeşin Gemlîkê" were lidarxistin. Ji bo meşê civîna çapemeniyê hat lidarxistin.
 
Civîn li Navenda Giştî ya HDK’ê hate lidarxistin. Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevserokê TÛHAD-FED’ê Zekî Baran, nûnera TJA’yê Eylem Sarûca û parêzvanên Buroya Hiqûqê ya Asrinê tevlî civînê bûn. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz metna hevpar xwend. 
 
Di metna hevpar de ev tişt hat diyarkirin:
 
“Di dîroka Tirkiyeyê de mezintirîn krîza civakî, siyasî, îktîsadî û çandî tê jiyîn. Desthilatdarî hewl dide van krîzên piralî girêdayî krîzên kûrewî bike û binixûme. Lê belê em baş pê dizanin ku sedema vê rewşê ew e ku krîza xwe ya hebûnê li krîza hebûnê ya pergala kapîtalîst zêde kiriye. Em dikevin sedsala duyemîn a damezirandina komarê û sedema herî bingehîn a van krîzan, neçareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên nedemokratîk û aştiyane ye. Neçareserî, ji bo teslîmgirtina muxalefeta civakî ji hêla desthilatdariya AKP-MHP’ê ve weke amûrek tê bikaranîn. Çareserî ji bo wan tê wateya windakirina desthilatdariyê lê ji bo gelan tê wateya aştî, aramî û azadiyê.
  
Birêz Ocalan ku di ferqa temamiya van talûkeyan de ye, ji sala 1999’an ku anîbûn Tirkiyeyê heta niha têkildarî pirsgirêka kurd bi perspektîfa Aştiya Civakî û Komara Demokratîk ve hewl da şer û sorkirina gel a li dijî hev a desthilatdariyan vala derxîne. Li dijî berjewendiyên partî û desthilatdariyan, berjewendiyên gelan, kedkaran, jinan, baweriyan û xwezayê parast. Di 23 salên Îmraliyê de li dijî her nêrîn û bîrdoziyên dijcivakî, mafên civakê parast û hêj diparêze. 
  
Bi rastî jî Girava Îmraliyê bû qada şerê hişmendiya ku koletî û mêtingeriyê li gelan ferz dike û zîhniyeta hewl dide demokrasî û azadiyê pêş bixin. Hêj niha jî ev rastî berdewam e. Di esasê xwe de encamgirtina ji tecrîd û îşkenceya li ser Îmraliyê bi kêrî rejîma faşîst hat û ji bo kesên têkoşîna wekhevî, edalet û azadiyê didin jî encamên nebaş anîn. Dema em îro dibêjin; ‘Bi tecrîda Îmraliyê re civak li dijî hev tê sorkirin û civak tê tecrîdkirin’, em li gorî vê rastiyê tevdigerin. 
  
Dîroka me ya nêz nîşan da ku dema di siyaseta neçareseriyê de israr dikin, tecrîda li Îmraliyê giran dibe û dema berevajî wê dibe jî bi Îmraliyê re hevdîtin û guftûgo tên kirin û çanda demokrasiyê ya Tirkiyeyê pêş dikeve. Lewma em dibêjin ku helwesta li dijî tecrîda ser Îmraliyê, helwesta li dijî pirsgirêka kurd û aştiya civakî ye. Ev helwesta aştiya civakî jî tê wateya parastina pêşeroja hevpar û demokratîk a gelan. Lewma em neçarin ku li dijî vê pergala tecrîda girankirî û îşkenceyê, divê em bertekan hîn bêhtir mezin bikin. 
  
Weke ku tê zanîn, dewletên hewl dayîn van pirsgirêkan bi rêbaza leşkerî çareser bikin, veguherîne dewletên paşverû û yekperest û di hêla aborî de jî têk çûne. Welatên ku pirsgirêkên xwe bi rêyên guftûgo û aştiyane çareser kirine jî pêş ketine. Li dijî siyaseta şerxwaz a ku di nava şertên heyî de hêj jî di siyaseta tecrîdê de israr dike û ‘operasyonên’ li derveyî sînor pêk tîne, em ê dev ji polîtîkaya parastina bindestan û xwezayê bernedin. 
  
Birêz Ocalan ev 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê tê ragirtin. Birayê birêz Ocalan, Mehmet Ocalan herî dawî di 25’ê adara 2021’an de li ser telefonê pê re axivî. Ji wê rojê heta niha tu agahî jê nayên girtin. Em ji ber vê rewşê bifikar in û vê rewşê qebûl nakin. Ji bo ku vê fikar û gazinca xwe bînin ziman, em ê di 12’ê hezîranê de bi dirûşma ‘Li dijî siyaseta tecrîdê em ê ji bo parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin’ meşekî li dar bixin. Banga me li hemû derdorên bihistiyar, hêzên dost û demokratîk û raya giştî ew e ku piştgiriyê bidin meşa me ya Gemlîkê.”
 
Civîna çapemeniyê piştî axaftinan bi dawî bû.