Xizmên girtiyan: Em ê daxwazên xwe her dem bînin ziman

  • 13:05 1 Hezîran 2022
  • Rojane
 
AMED - Malbatên girtiyan ji bo ku girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan, li ber Saziya Tipa Edlî hatin gel hev û daxuyaniyê dan çapemeniyê û banga hestiyariyê kirin. 
 
Xzimên girtiyan ji bo ku girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) daxuyaniyê dan çapemeniyê. Di nobeda îro de rêvberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên bajêr û navêçeyan, Komeleya Piştevaniya bi Girtî û Hukumxaran re (TUAY -DER), Hevserokê Komeleya Çand û Lêkolîna Ziman a Mezopotamyayê (MED DER) Rifat Ronî,  endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kes tevli daxuyaniya hat dayîn bûn.  
 
'Em ê daxwazên xwe her dem bînin ziman'
 
Di nobedê de ji xizma girtiyan Herdem Mervanî axîv. Herdemê diyar kir ku divê daxwazên girtiyan û malbatên wan bên bicihanîn û ev tişt got, "Em malbatên girtiyan 7 meh in nobedê digirin. Lê li gel ku ev 7 meh in em li vir in û daxwazên xwe tînin zimn jî hîna daxwazên me bi cih ne nanîne. Lê em ê daxwazên xwe herdem bînin ziman."