Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar berdewam dike

  • 12:39 1 Hezîran 2022
  • Rojane
 
RIHA - Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di çalakiya Nobeta Edaletê de bang li wezîrê edaletê û baroyên Stenbol û Enqereyê kirin û wiha gotin: “Di rewşa heyî ya pergala hiqûqê de hemû kesên xwe li bêdengiyê datînin, berpirsyar in.” 
 
Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Bi mebesta girtin û darizandina kujeran, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 450’an de jî berdewam kir. Emîne ji ber ku nexweş bû nekarî beşdarî nobetê bibe lê Ferît Şenyaşar hat ber deriyê edliyeyê û li “Quncika edaletê ya malbata Şenyaşar” dest bi çalakiya xwe kir.
 
Têkildarî mijarê malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wezîrê edaletê, baroyên Stenbol û Enqereyê etîket kir û ev peyam parve kir: “Yên ku çavên xwe ji zilma li pêşiya Edliyeya Rihayê tê kirin re digirin, dê sibe bi kîjan rûyî derkevin nava gel? Ji rewşa heyî ya pergala hiqûqê, hemû kesên xwe li bêdengiyê datînin berpirsyar in.”