Pêvaka Jinê ya Yenî Yaşamê ya nû derket

  • 10:55 1 Hezîran 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Pêvaka Jinê ya Yenî Yaşamê bi sernava "Di şer de tundiya bi unîforma" derket. 
 
39'emîn hejmara Pêvaka Jinê ya Yenî Yaşamê bi sernava "Di şer de tundiya bi unîforma" derket. Di hejmara nû de jinan bal kişandine ser tundiya bi uniforma ya di şer de rû dide. Her wiha balê dikşînin ser bêcezahiştina tecawizkaran a parçeyekî ji polîtîkayên şer ên taybet e. 
 
Nevin Cerav bal kişandiye ser tecawiza polîs, cerdevananan a li bajarên kurdan li jinên kurd tê kirin. Ayşe Duzkan bal kişandiye ser şerê Bosnayê û kampên tecawizê yên hatine avakirin.
 
Serenavên di hejmara dawî de cih digirin wiha ne:
 
Anotomiya wehşetê: Bersûcên bi unîforma / Nevin Cerav 
 
Tiştên ji şerê azadiyê yê Cezayirê ji jinan re man / Heval Arslan
 
Jinê Bosnayê / Ayşe Duzkan 
 
Bariyerên piştevaniya polîtîk / Hulya Osmanagaoglu 
 
Ji konferansa me ber bi kongreyê ve: Em tên jiyaneke nû ava bikin / Bedia Akkaya
 
Stêrkên dibiriqîn / Emina Deger
 
Tu li ser erdîngariya xwe ya dîtir û mirî be!  (2) / Saime Topçu
 
Francia Márquez: Em têkoşîna rûmet û edaletê didin / Alina Duarte, Irma Gallo ve Heriberto Paredes