Ji HDP'ê çalekiya doza Kobanê

  • 21:44 31 Gulan 2022
  • Rojane
 
AMED - Rêxistina HDP'ê ya Amedê têkildarî doza Kobanê ya li Enqerê hatiye destpêkirin de çalakiya nobedê li dar xist. Di nobedê de HDP'yiyan got hûn ê nikaribin bi van dozan me ji dîrokê bikin. Vegerin û li dîrokê binêrin êrîşên we qet bi ser neketine wê bi ser nekevin. "
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê bi armanca balê bikişîne ser Doza Kobanê, bi dirûşma "Em HDP'ê diparêzin" li meydana Şêx Saîd a li Derîyê Çiyê ye çalakiya nobedê pêk anî. Endamên Kongreya Civaka Dêmokrat (KCD), endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê ya Bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re  (TUHAY-DER), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Ji Bo Azadiyê Hiqûq (OHD), KESK, ESP, Komeleya 78'an, MED-DER û gelek ciwan beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
'Em hebûn, em hene' 
 
Beriya çalakiya saetek rûniştinê metna daxuyaniyê ji aliyê  hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoy ve hate xwendin. Gulîstan di metnê de pêvajoya doza Kobanê bi bîr xist. Gulîstanê got ji yên dixwazin me ji dîrokê bibin re gotina me heye. Gulîstan wiha diyar kir:  " Vegerin li dîroka me temaşe bikin. Tu êrîş nikarin me tune bike. Em hebûn û em ê hebin. Dema Sedam Huseyin hate darizandin gotibû 'min bi edalet bidarezînin' lê serokê mehkemê gotibû em ê te bi qanûnên te ava kirine darizînin. Van bûyeran ji bîr nekin." 
 
Piştî metna daxuyaniyê û axaftina beşdarvanan  çalekiya rûniştinê dest pê kir. Herî dawî bi gerandina govendê dawî li çalakiyan hat.