Meşa dirêj a Londonê di roja 2'yemîn de ye

  • 16:46 31 Gulan 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya meşa dirêj a Tevgera Ciwanên Kurd (TCŞ) û TekoJIN’ê 2 roj in li Londonê berdewam dikme. 
 
Kurd û dostên xwe yên li paytexta Îngilizistanê Londonê hatin ba hev, piştî girtina rêzê dest bi meşa roja duduyan kirin. Hin ciwanên bi cil û bergên xwe yên gelerî pêlavên mekap ên bûne sembolek rakirin hewayê û dirûşmeyên “Bijî gerîla“, “Bijî Serok Apo“ berz kirin.
 
Di çalakiyê de hewildana qirkirina kurdan hat protestokirin û li hember hewildanê banga hestiyariyê li gelên cîhanê hat kirin.
 
Meşa Dirêj a ciwanan wê heta bi roja 1‘ê Hezîranê “Roja Seferberiya Navneteweyî“ dewam bike.