Li Qilebanê îdiaya hewldana întîxarê

  • 15:52 31 Gulan 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Hat îdiakirin ku jina bi navê B.S.(20) li gundê Mageh a Qilebanê hewldaye ku dawî li jiyana xwe bîne. 
 
Li gundê Mageh a navçeya Qilebana Şirnexê, hat îdiakirin ku jina bi navê B.S.(20) hewl daye dawî li jiyana xwe bîne. Malbata B.S. piştî ku rewşê agahdar dibe bi ambûlansê radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê. Piştî li vir mudaxele hat kirin, sewqê Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat kirin.
 
Hat zanîn ku rewşa B.S. girane.