HDP’ê binçavkirinên li Êlihê şermezar kir

  • 13:54 31 Gulan 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Li Êlihê 15 jin hatin binçavkirin, derbarê binçavkirinan de HDP’ê daxuyaniyek da û got: "Dê nekare bi van polîtîkayên xwe yên derhiqûqî emrê xwe dirêj bike.Tevî vê polîtîkaya xwe ya zextê jî nikare pêşî li têkoşîna me ya demokrasî û azadiyê bigire û dê nekare jî.” 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Êlihê daye destpêkirin de, polîsan li navend û gelek navçeyên Êlihê bi ser malan de girtin û gelek siyasetmedar û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de 15 jin binçav kirin. Derbarê binçavkirinan de cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirsyar Umît Dede daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku her roj operasyoneke nû li operasyonên girtin û binçavkirinê tên zêdekirin û ev tişt hatin parvekirin: “Bi van operasyonan hewl didin rejîma îstîbdatê ya AKP-MHP’ê bikin yek. Desthilatdariya siyasî bi van sepanên derhiqûqî ku bi destê darazê dike re hewl dide siyaseta demokratîk tesfiye bike. Desthilatdariya siyasî bi taybet jî ji 2015’an ve bi şêwazê siyaseta milîtarîst tevdigere û dixwaze tirsê berbelav bike. Êrişên wan ên li dijî partî, rêveber, bijare û jinan, nîşaneya tirsa wan e.
 
Tifaqa AKP-MHP’ê bi polîtîkayên xwe yên milîtarîst re li ser demokrasiya vî welatî gefa herî mezin e. Dê nekare bi van polîtîkayên xwe yên derhiqûqî emrê xwe dirêj bike.Tevî vê polîtîkaya xwe ya zextê jî nikare pêşî li têkoşîna me ya demokrasî û azadiyê bigire û dê nekare jî. Em ê hêviya xwe hîn mezintir bikin û jiyana nû bi pêşengtiya jinan ava bikin.”